Mizgîn Tahir
Malbata min malbateke hunermend e. Birayê min ê mezin li cimbûþê dixîne, navê wî Remezan Omerî ye, ku dengê wî gelek î xweþ e. Birayê min ê din li biskê dixîne,
Malpera Demokratî, li gel Keça Mîr Celadet û Rewþen Bedirxan hevpeyvînek li dar xist.
Dirêjiya Hevpeyvînê:
Di roja pêncþemê 15/1/2009 Sînemxan Bedirxan gihiþte bajarê Qamiþlo di mêvandariya mamoste Hemîd Derwîþ sekretêrê Partiya Dîmoqratî Pêþverû Kurd Li Sûriya , û li firokexana Qamiþlo bi hijmarek mezin ji heval û dostan hate pêþwazîkirin , û di roja 16/1/2009 Sînemxan serdana bajarê Amûdê kir û serdana cihê Þehîdî Sînemê kir û gurzek gul li wir danî , û di vê serdana wê de malpera Dîmoqratî hevpevînek pêre kir.
Sînemxan keça Mîr Celadet Alî Bedirxan û Malbata Bedirxan ya bi nav û deng bi xebata wan ya mezin di warê rewþenbîrî ya kurdî de û cihê wê xwiya yî di pêþxistina wî karî de , di vê serdana kin de ji Sûriya re û ji Bajarê Qamiþlo re me di malpera Dîmoqratî ev hevpeyvîn pêre çêkir :
Di pêþiyê de,piþtî vê dûrbûna te ya dirêj ji bajarê qamiþlo em bi navê Malpera Dîmoqratî bi xêr hatina te dikin. Tu dikare ji me re bêje bê hestê te çawa bû dema te qamiþlo dît?
* Ez gelekî sipasiya we dikim, ev cara yekemîne ku ez têm bajarê qamiþlo, piþtî vî temenê dirêj ku piþtî ji dayikbûna min ez bîst û yek salan li bajarê þamê mame, û piþtî zewaca min ez çûm Iraqê. Ez nikarim hestê xwe bidim xuyan, ji ber ez hest dibim ku ez ji hersê perçê kurdistanê me (Turkya û Sûrî û Iraq), lê serdana min ji qamiþlo re tijî bi gelek hastên germ û heyecanê, û tevî ku ez xwe gelekî xurt dibînim, lê min nikarîbû xwe ji girî bi girtaya.
-Tu dikare ji me re bi kurtî li ser berhemên xweyî dawî bi axive?
* Di dema aniha de tu berhemên min tune ne, ji ber di van rojan de û bi taybetî ji vir û salekê, ez mijûlim bi çapkirina pirtûka (Mem û Zîn) a havserê min rehmetî (Selah Saadella), a ku wergerandibû zimanê Ingilîzî bi alîkariya berêz Nêçîrvan Barzanî (serokê hukometa herêma kurdistanê ), û li weþanxaneya Avesta li bajarê Stenbolê hate çapkirin.û aniha ez mijûlim bi çapkirina ferhenga bavê min Celadet Alî Bedirxan û hinek berhemên wî ên din ku em careke din wan çap dikin, mîna çîrokek ji zaroka re hebû , ku di wê demê de sê nusxe jê hatibûn çapkirin, û pirtûkek din li ser( ketina Edirnê) ku bi zimanê Tirkî ê kevn nivîsandibû û aniha hatiye wergerandin ji bona kurdî, û nêzîk wê bê weþandin.
- Di encama ew zulma dewleta turk li ser miletê kurd li Kurdistan turkya, malbata Bedirxaniyan derketin derveyî turkiya, û hinek ji wê malbatê li Sûryayê niþtecî bûn û karîbûn di riya wê re bi roleke neteweyî giring rabin… Çi nerîna te ye li ser vê himbêz kirina miletê kurd li sûrya ji malbata Bedirxaniyan re?
* Ji bona himbêzkirina milletê kurd li sûryayê ji malbata Bedirxaniyan re, ev tiþtekî gotin jê re navê, ji ber ew kesê ji malbatê ku li sûryayê man gelek rêz û hurmet ji hemû kesan dîtin, tevî ku vî milletî gelek zulm û zordarî ji rêjîmên ku bi ser de hatibûn dîtin , ji dema serxwebûna sûryayê û heta dema îro.
- Ji ber ku tu gelekî li Sûrya maye, têkilî di navbera te û kesên rewþenbîr û siyasî ên kurd li Sûrî hene ?
* Têkiliyên min ê baþ hene bi kurdên sûryayê re, û bi taybet têkiliyên min bi biryaê min Hemîd Derwîþ re, ku bûye nêzîkî pêncî salî peywendiyên min pêre hene û heta niha qut ne bûne, tevî ku ez dikarim bibêjim ku bûye nêzîkî 49 salan ez dûrî Sûryayê me,ez dixwazim bibîr bînim ku têkiliyên min bi (Diya Ciwan – Konê Reþ) jî he ne, tevî ku ev peywendî bi wan re ne ji demeke dirêj de ye.
- Malbata Bedirxaniyan roleke mezin di derbarê çand û wêjeya kurdî de lîstiye, ji Miqdad Bedirxan heta bi bavê te Mîr Celadet û diya te Rewþen Bedirxan û Apê te Kamîran. Tu dikare ji me re li ser vê rola dîrokî û akama wê li ser miletê kurd bi axive?
*Dema ku Bedirxaniyan dîtin ku çek nema sûdê dide, berê xwe dan çand û wêjeyê, ji ber miletê me weke hemû miletên rojhilata navîn gelek êþ ji zordariya dagîrkeran dîtiye, çi ji Osmaniyan be heta bighêje Firensiyan û Ingilîzan. Û wisa dîtin ku çand jî çekeke ne kêmî tang û topa ye.
Berî 111 salan apê min Miqdad Midhet Bedirxan yekemîn rojnama kurdî bi navê Kurdistan li Misrê derxist, vê yekê akamek xweyî xurt di nava miletê kurd ê perçe kirî de list, piþtî wê biryaê Miqdad Bedirxan EbidIrehman Bedirxan û apê min Sureya Bedirxan jî kete nava wî karî de,
Û gava ku bavê min destpêkir ew wî xizmetek û xelatek mezin da miletê xwe, ew jî Elifbêtka kurdî bû, a ku aniha li Turkya û sûrya û hin devera ji Îranê tê bi karanîn, lê di çarçewek teng de li Kurdistan Iraqê tê bi karanîn ne wek Turkya û Sûrya, tev apê min Kamîran ê ku bi roleke gelek girin radibû, û li zanîngeha Sorbonê beþê zimanên rojhilat bûbû mamustê zimanê kurdî, û gelek rojhilatnas bûbûn þagirtê wî.
Û li ser rola dîrokî, ez dikarim bibêjim ku havîna borî dema ez li Turkya bûm, û min hin birader li wêde dîtin, û da ev gotina min nebe mîna kufrê, lê gotin ku Celadet Bedirxan Pêxemberê me ye, û Hawar Quraana me ye.
- Emê vegerin li ser Mîr Celadet Bedirxan, ê ku me gelekî ser wî xwendiye ê ku canfîdayek bû ji wêjeya xwe ya kurdî re, û pirê caran bi tena xwe kar dikir. Tu dikare ji me re li ser hinek þêweyên wî bi axive?
* Ev þêweyên kesên lehengin, ên ku li bêtir guh didin hundurê merov û guh nadin tiþtên derve, carna min bîranînên wê bi xeta destê wî dixwendin, mîna perê her meh ku xerc dikirin di nivîsand û têde kirya oda xwe a mehane têde di nivîsand , ev tê wê wateyê ku bi tena xwe de odakê de bû, tevî ku ewe ê ku ji dayik bû û kevçîkî zêr di devê wî de bû, lê perwerdiya wî a ku ji bav û diya xwe girtibû ew kiribû kesekî ku karibe di hemû zirûfan de bijî, û ez dikarim bêjim ku li gel diya me em li ser wê perwerdeyê rakirin, ango dema ku em nikaribin îro tiþtekî peyda bikin ji bo em bixwin bûbû tiþtekî normal lib a me, an jî dema em hevirmêþê yan cilekî din li xwe kin li cem me bûbû tenê em karbibin pê laþê xwe bigrin.
Û piþtî mirina wî diya me care sicadê me ê male difrotin, her zivistan me didît ku sicadak me kême, me zanîbû ku wê firotiye ji bona qestê dibistana me bide, ji ber ez û xuþka min a mezin Useyma û birayê min Cemþîd, me li dibistanên taybet xwendina xwe dikir, û da hestê me biparêze ne dixwest ku em herin dibistanên din ê bê pere. Ji ber wê ez diya xwe mîna xebatkarekê dibînim dikarîbû giyanekî serbixwe lib a me bi afirîne, û em fêrkirin çawa emê jiyana xwe bidûmînin bêyî ku em alîkariyê ji kesekî bixwazin.
- Me nûçeyek xwend ku dezgeha Spîrêz wê careke din nivîsên diya te Rewþen Bedirxan çap bike, çi giringiya dubare çapkirina van pirtûka ye?
* Ji bo vê yekê, min têkilî bi mamoste Mueyed Teyib birêvebirê dezgeha Spîrêz re kir, û gelekî kîfa xwe ji bona vê yekê anî, û emê destpêbikin da em hemû nivîsên diya min careke din çap bikin, çi nivîsê wê bin û çi jî yên ku li ser hatibin nivîsandin, yan jî wergerandinê wê bin, tev gotarên wê yên ku di wê demê de di rojnaman de hatibûn belavkirin, tevî Albomek ji wêneyên wê, û em bi hêvîne ku di 1 cehzeranê de yan jî di 11 tîrmehê de wê derkevin. Û ez bi kêfxweþî ji we re dibêjim ku min serok Mam Celal xwestiye ku pêþgotinekê ji wan re binivîsîne û wî jî gelekî kêfa xwe anî, tev ku min ji hevalê xweyî hêja D. Kemal Muzher jî ev yek xwest, tev ku Mamoste Mueyed Teyib ji min xwest ku ez ji Konê Reþ jî bixwazim ku tiþtê ew dizane li ser diya min û jiyana wê binivîsîne.
-Gotinek dawî tu dixwaze ji xwendevanên me re bêje?
* Tiþtê ez dixwazim bibêjim ji xwendevanan re ewe ku mixabin ev hevpeyvîn bi min re bi zimanê Erebî bû, û min hêvî dikir ku bi zimanê kurdî baya, û ez ji xwendevanan re dibêjim ku ez hêviyê ji we dikim ku hûn zimanê xwe biparêzin. Û dema hûn vegerin rojnama Hawar hûnê bibînin ku Celadet Bedirxan dibêje ku zimanê biyanî mîna cilê merove dikare di çi demê de be ji xwe bike, lê zimanê dayikê ewe zimanê resene û mîna crème merove nikare ji xwe bike. Vêga ez hêviyê ji xwendevanan û ji hemû kurdan dikim ku zimanê xwe biparêzin.
Di dawiyê de ez gelekî kêfxweþim dema min tîpên kurdî yên latînîn di kenala TRT6 dîtin, û ev gaveke gelekî mazine ji me re, ji ber turka ( turkên çiya) em bi nav dikirin, û îro dibêjin ku miletek he ye nave wî miletê kurde, û li ser TV yên dewleta turk derdikeve.