Nihênî jibîr bu    Endamtiya nu       Email:      Nihênî:     
Di pêþbirka gokê ya cîhanî de Ispanya Elmanya dorand iPhone- Teknîka pêþketî ya serdemê Radyo Kurd FM vebû Îna tarî - Ahmet Altan Vexwendina Ji bo Konsera Kurdî li Frankfurtê Þiroveyên we ji bo pêvajoyê Di pêþbirka Muzîkê de Norwec bu yekem Li Þemrexa ser bi Mêrdînê 41 kes hatin kuþtin Pirtuka Matematîkê ya Kurdî derket Li Kurdistanê Partiya Kurdan bi ser ket Li Tirkiyê hilbijartinên þaredariyê Li Amedê Milyonek Kurdî Newroz pîroz kir Newroz Li Bonnê Pîrozbahiyên Newrozê Celal Talabanî li Tirkiyeyê ye Peyama serokatiya herêma Kurdistan
   Nuçe
   Þirove
   Çand û Huner
   Helbest/Helbestvan
   Kurd û Kurdistan
   Hevpeyvîn
   Pirtûk
   Zimanê Kurdî
   Nivîsên Serbest
   Navdarên Kurd
   Computer/Internet
   Videoyên Hilbijartî
   Þûnwar
   Leyistok/Yarî
   Wênexane
   Têkilî
   Forum
Li tevayî naveroka malperê bigere
 
HEVPEYVîN

Mizgîn Tahir
Malbata min malbateke hunermend e. Birayê min ê mezin li cimbûþê dixîne, navê wî Remezan Omerî ye, ku dengê wî gelek î xweþ e. Birayê min ê din li biskê dixîne,
MIJARÊN PIR HATî XWENDIN

TV yên Kurdî





 

 
Hilbijartin û Kurd

Di serî de min ji we divê em carekê ji xwe bipirsin, wateya hilbijartinan çi ye û ji çi re mirovahî girîngiyeka ewqas mezin dide wê. Berî her tiþtî hilbijartin yek ji hîmêt jêneger yêt dîmoqrasiyê ye. Çawan ku nivîsîn bê tîpan nabe, dîmoqrasî jî nikare bê hilbijartinan li ser piyan bimîne . Peyva dîmoqrasî bi xwe peyveka yunanî ye û bi kurdî tête wateya desthilatiya gelî. Ji ber ku ne gengaz e endamêt civatekê hemî yek bi yek di pêvajoya birêvebirina dewletekê de cih bigirin, ji bo vî karê girîng ji xwe re nûneran hildibijêrin û wan bi peywira ku berjewendiyêt civatê biþopînin, dikin peywirdar. Wan kesan jî em îro wek siyasetmedaran bi nav dikin. Yek ji nîþanêt civateka pêþkeftî û nûjen jî hebûna pergaleka hlibijartinê ya rast û durist e. Heke dîroka hevdem tiþtek nîþanî mirovahiyê dabe, ew jî ew e ku serkeftin û têkçûna civatekê, her du jî di dîmoqrasiyê re diborin û pê ve girêdayî ne. Çi desthilatiyê heta niho nekariye hebûna xwe bi zordarî û sitemkariyê li ser piyan bihêle. Di encamê de yan bi xwe rûxîne, yan jî ji aliyê gelî ve hatine heriþandin. Nîþan diyar û berbiçav in. Lewre jî ne pêwîst e mirov zêde zîrek be ku di vê rastiyê bigihîje – Bê hilbijartineka rasteqîn civateka hevdem nabe û civateka paþvemayî jî bi pêþ ve naçe û çi car nikare kirasa belengaziyê ji xwe biþeqitîne.

Guman tê de nîn e ku 25’ê Tîrmeha sala 2009’an dê ji aliyê dîroknivîsêt me ve wek rojeka girîng û awarte li rûpelêt pirtûkêt dîrokê bête tomarkirin. Wekî hûn jî texmîn dikin, ez behsa hilbijartina giþtî dikim ku berî çend rojan li baþûrê Kurdistanê pêk hat. Bi her awayê xwe 25’ê Tîrmeha vê salê rojeka pir watedar bû ji bo paþeroja Kurdistanê. Pêþî  min divê çend tiþtêt gelemper li ser vê hilbijartinê bibêjim da çarçoveyek çêbibe ku em tê de bikarin hizr û bîrêt xwe bicivînin. Berî her tiþtî pêwîst e em bi bîr bînin ku hilbijartina berî çend rojan me li dîv xwe hiþt, ne yekemîn hilbijartina giþtî ya baþûrê Kurdistanê bû. Cara yekemîn di 19’ê Gulana sala 1992’an de hilbijartina parlament û serokê herêma federal a Kurdistanê rû dabû. Hingê bi sedema ku dengêt birêz Mesûd Barzanî wergirtibûn, têr nedikirin ku wek serokê herêmê bête destnîþankirin, pêdivî bi dubarekirina hilbijartinê hebû. Bes mixabin ji ber arîþeyêt navxweyî û rewþa aloz, ne gengaz bû hilbijartin careka dî bête pêkanîn. Piþtî þerê Iraqê û rûxandina rejîma Baasê, di sala 2005’an de, dîrokê ji nû ve derfet spart destê kurdan, da xwe bi rêk bixin û parlementeka nû hilbijêrin. Hingê bi tevahî sê lîsteyan beþdarî di hilbijartinê de kiribûn. Di encamê de Lîsteya Niþtîmanî ya Dîmoqratîk ya Kurdistanê (PDK û YNK) 104 kursî bi dest xistibûn, Lîsteya Komeleya Îslamî 6 kursî bi dest xistibûn, Lîsteya Hevbeþ ya Partiya Zehmetkêþanêt Kurdistanê û kesêt serbixwe kursiyek ji xwe re dabîn kiribûn. Her wisa kek Mesûd Barzanî jî bi fermî wek serokê herêma federal a Kurdistanê hatibû hilbijartin. Wê demê ji her kesî re diyar bû ku dê piþtî çar salan dengdêr careka dî li sindoqêt dengdanê bêne vexwendin. Va ye ew jî berî çend rojan di 25’ê vê mehê de wek cara sêyemîn pêk hat û em hemî bûn govanêt vê qewama dîrokî.

Di hilbijartina berî çend rojan de, li þûna 3 lîsteyêt sala borî, vê carê bi giþtî 24 lîste beþdar bûn. Her du partiyêt mezin, PDK û YNKê, vê carê di bin sîwana Lîsteya Kurdistanî de xwe pêþkêþî dengdêran kirin. Wek dijberê wan ê herî karîger Lîsteya Goran - a ku rêberê wan Noþîrwan Mistefa ye ku ji YNKê veqetiyabû - dihat pêþbînîkirin. Di nav beþdarêt dî de Yekgirtû, Komel, Partiya Sosyalîst û Zehmetkêþêt serbixwe jî xwe di bin lîsteyekê de civandibûn. Bi rastî ev hevkariya taybet ez hinek mat kiribûm, çinkî heke berî vê hilbijartinê te biangaþta, dê kevneperest û bawermend digel sosyalîst û çepgiran ji bo hevkariyê bibin yek, dê bi mirov bikeniyana. Dê çi kesî pê bawer nekira, lê em dibînin ku dema mijar ber bi girîngiyê ve biçe, desthilatî ji bîrdoziyan gelek caran li ber dilê mirovan þîrîntir derdikeve. Ango hilbijartina vê salê careka dî ev rastî li me çespand, gelî rêzdaran.

 Yek ji tiþtêt ku ez bi rastî gelek pê dilxweþ bûm, rêjeya beþdariyê bû. Ji xwe serkeftina herî mezin ji bo me kurdan ew bû. Li seranserê baþûrê Kurdistanê ji wan hevwelatiyêt ku mafê wan ê dengdanê hebûn, ji sedî 78,5 ew maf bi kar anî. Dema em rêjeya tevlîbûnê li gorî parêzgehan dabeþ bikin jî, em pêrgî vê encamê tên: Duhok 85,9%, Hewlêr 79% û Silêmanî 74,5%. Mirov dibîne ku kurdan pêþwaziyeka pir germ li hilbijartinê kirine û pê careka dî ji raya giþtî re selmandin ku kurd gelekî dîmoqrasîxwaz e. Hûn dizanin tiþtê ku ev serkeftinê ji bo me birûmetir dike çi ye? Îro li gelek deverêt cîhanê mirov li beramberî hilbijartinan xemsar dibin, bi taybetî li Ewropayê siyasetmedar gelek caran ji vê bêzariya mirovan gazincan dikin, heta vê yekê wek metirsiyeka mezin ji bo dîmoqrasiyê bi nav dikin. Di demeka wisa de heke li Kurdistanê rêjeyeka ewqas bilind bi dest dikeve, bê guman ev sedema þanaziyê ye. Heke ev destkeftî ne nîþaneka zelal be, nizanim çi ye.

Bê guman li aliyê dî jî ji bo encam ji hemî hêlan ve bêne pesendkirin pêdiviya hilbijartinê bi birêveçûna durist û bêhîle heye. Heke di serî de ev yek nikaribe bête dabînkirin, dê bi îhtimaleka mezin piþtî hilbijartinê pevçûn û alozî derkevin holê. Ji xeynî çavdêrêt asayî ku bi çavdêriya hilbijartinê ve mijûl bûn, ji derveyî welat jî gelek çavdêr hatibûn Kurdistanê da hilbijartinê ji nêz ve biþopînin. Bo nimûne bi tenê Yekîtiya Ewropayê 17 kom þandibûn Kurdistanê da çavdêrî li hilbijartinê bikin. Piþtî hilbijartinê nûnerê YE’ê Elka Osyaro piþtrast kir ku hilbijartin bi awayekî serkeftî pêk hatiye û çi sextekarî nehatiye çavdêrîkirin. Her wisa nûnerê hikûmeta Brezilyayê Bernard Lodee, ku ew jî wek þandeyekî fermî di dema hilbijartinê de li Kurdistanê amade bû, li pey hilbijartinê yekser pîrozbahiyêt xwe gihandin herêma Kurdistanê û wisa axivî: “Hilbijartin þefaf û serkeftî ye. Heger em hilbijartinêt Kurdistanê beramberî hilbijartinêt Ewropa û Brezîlyayê bikin, em dikarin bi hêsanî bibêjin ku di asta wan de ye.” Em dibînin ku nûner û þandeyêt navneteweyî yêt fermî bi yekahengî li me piþtrast dikin ku hilbijartin bi gelemperî baþ û serkeftî bi rê ve çûye û çi alozî yan nearamî derneketiye. Her wekî min li jor jî anî ziman, serkeftina herî mezin ji bo me ne serkeftina partiya A yan ya partiya B ye, na… serkeftina herî mezin ji bo me ew e ku navê me vê carê bi awayekî erênî deng veda li seranserê dinyayê. Me raya giþtî pê hesand ku kurd giramiyeka pir mezin didin nirxêt dîmoqrasiyê. Divê ev peyam jî niho ji aliyê raya giþtî ve rast bête nirxandin.

Fermo, ev in encamêt fermî yêt hilbijartinê:


Lîsteya Kurdistanê 57,34 %
Lîsteya Goranê 23,75 %
Lîsteya Xizmetguzarî û çaksazî 12,8 %                                                                                                        Lîsteya Bizava îslamî 1,45 %

Wekî ku ji encaman diyar dibe, PDK û YNK ji bo çar salêt dî bi hev re hikûmetê pêk tînin. Guherîna herî mezin li gorî hilbijartina dawîn bê guman serkeftina Lîsteya Goranê ye. Bizava ku heta radeyeka bilind ji ber rewþa aloz ya YNKê derket holê, li Silêmaniyê, li herêma ku YNK bi gelemperî bihêz dihat hesibandin, serkeftina xwe ya herî mezin bi dest xist, heta li YNKê jî derbas bû. Nemaze vê rûdanê ez gelek kêfxweþ kirim, çinkî bi baweriya min divê di siyaseta kurdan de pirengî hebe, divê her dem çend vebijark hebin da çi kes nebêje ji xwe dengêt min misoger in, ne pêdivî ye ez xwe biwestînim. Divê em xwe hêdî hêdî fêrî çanda rikberiyê jî bikin, çinkî pîvanêt pêþveçûnê li vê dinyayê heta asteka bilind li ser wê avakirî ne. Di hemî warêt jiyanê de ev rastî dihewe, bes bi taybetî di qada siyasetê de girîngiya wê dertêt pêþ çavan. Dema siyasetmedar ji hêza dengdêran bitirsin, dê bi xwezayî hewla xebatêt birêkûpêk bidin, da careka dî bêne hilbijartin. Bi vî awayî kurd berhema herî baþ werdigirin.

 

Divê neyêt jibîrkirin ku her wisa serokê herêma federal jî hat hilbijartin. Di hilbijartina serokatiyê de, wek berî ku hilbijartin pêk bêt jî dihate pêþbînîkirin, birêz Mesûd Barzanî bi ser ket. Kek Mesûd ji sedî 70 û dijberê wî Kemal Mîrawdelî jî ji sedî 25 deng wergirtin.

Ez bi serbilindî dibêjim, serkeftina hilbijartinê li hemî neteweya kurd pîroz be! Ji bo hikûmeta Kurdistanê û bi taybetî jî ji bo kek Mesûd her daxwaza serkeftinê dikim!

 

Di gel rêz û silavan

Emrah Kocahal

 
Dîroka tevlîkirinê: 04.08.2009 - 13:15:54
Ev nivîs tevde 794 carî hatiye xwendin

VÊ NUÇEYÊ

Çap bike

Ji hevalê xwere bisîne

Sirove bike
Tevayî sirove Ji bo vê nuçeyê tevde 0 sirove hatine tevlîkirin.
Ji bo siroveya dîtir
Çawa lekedariya sumbolên çand û hunera kurdî bihê kirin?!
Tehsîn Naviþkî

Bersivek bo peyama ”erþîfkirina” zimanê kumancî
Nazif Mayî

Ber bi zimanekî yekbuyî ve
Bavê Nazê

Û giriya
Omer Dewran

Îbo yê dayîk kurd û bav ereb lê tirk kurê tirk
Jîr Dilovan

BERFÎN-Çîrok
Selahedin Bayezîdî

Suka Mirinê
Mehmet Devîren

Têkiliyê Helbest û Felsefê
Kamran Simo Hedilî

Aryan û soza bendêmanê
Mesud Xelef

Min jibîr bike
Demhat Dêrikî

Ya ku nikarim qîr bikim
Hêvî Zayci

Le le esmera çavþin-Helbest
Xizan Þîlan

Bagurdan-Çîrok
Fehîma Ibrahîm

Huner û Hunermend li baþurê Kurdistan
Tîrêj Ormiye

Hesretiya Azadiyê
Siyamed Sîpan Ugurlu

KINE EM?
Ferzan Þêr

Gotara helbestî, xwendinek ji bo binemayan
Hoþeng Þêx Mihemed

Çilore
Amîna Zikrî

Kinçîroka pêdivî di navbera endêþe hezên sinehan de
Emîn Evdilqadir

Þaha Çaxî-Çîrok
Jaro Duhokî

Zilamek û Zimanek
Konê Reþ

Temenê Çîrokî
Agirî Soran

Payizekî veqetiyayî
Bilind Mihemed

Sîmbolîzim hunere, amajeye, paþî çavlêkirine...
Ismet Mihemed Bedel

Kurmanciya jorî li ber metirsiyên mezin û girane
Ismail Tahir

Min bi evînê xewê!
Husein Muhammed

Eþqa te
Nezîr Silo

Sipîhistan - Kurteçîrok
Xalid Salih

Zarokên Kurd yên li Miþextgehê û parastina zimanê zikmakî
Baran Qamiþlokî

Buka min - Helbest
Leyla Qasim

Hilbijartin û Kurd
Emrah Kocahal

Evîn - helbest
Botî

Yên Qurre
Yasîn Hisên

 
 
Bike serrupel | Tevlî yên hilbijartî bike |gelavej.com
copyright GELAVÊJ.com 2002 by kurdhosting.com  

Kundir,kunci,kurd,
kurdistan,kurdo,
agiri,aso,sirûd,s
înor,semyan,salar,
sîng,sor,sêv,sam,
savar,soro,sîmar
sosin,seval,sanesin
gever,gerdûn,kulîlk,
garan,gengeþî,Apo
berzanî,berzanî,gul
girîn,kenîn,girî,giri
ken,mal,milk,cîran,
cok,civan,civîn,cor
çîr,çîrok,çirok,gel
gelavêj,gelavej,geþ
masî,masi,marol
mirad,miraz,pkk,PKK
ynk,YNK,PDK,PSK
partî,parti,poz,difin
ling,qaç,ferheng,
pirtuk,nivîs,pexþan,
peyam,þirove,sirove
germiyan,zozan,zîlan
dersîm,amed,mardîn
mêrdîn,nisêbîn,muþ,
colemêrg,þemzînan
hecî,koyê,mehabad
sine,Hewlêr,qamiþlo,
efrîn,efrin,dêrik,wan
varto,heval,rupel,av
avesta,zend avesta
paqij,peyitandin,nav
nîþan,zêr,zer,þîn,ava
þîn,dayik,dê,dayê,dev
dew,aþik,aþ,evîn,
evîndar,dildar,evindar
Sivan perwer,Sîpan
Siyamend,Xemgîn
Xemgin,Diyar,Zana
Hatib,Hewlêr,Heval
Muzik,Sitran,Kurdî
Wêje,weje,nivîs,nivis
Niviskar,Kürt yazarlar
Kürtce kitaplar,Kürtce
Kevî,kevok,kêvjal,
Kejal,kûncî,kurm
Album,Produktion
Misoger,Dersen kurdi,Pirtukên Kurdi
Neqþa kurdi,mêkut
Cudî,cudi,herekol
Heftanîn,oremar,
Çatiþma,catisma
Pevçun,þer,þervan