Nihênî jibîr bu    Endamtiya nu       Email:      Nihênî:     
Di pêþbirka gokê ya cîhanî de Ispanya Elmanya dorand iPhone- Teknîka pêþketî ya serdemê Radyo Kurd FM vebû Îna tarî - Ahmet Altan Vexwendina Ji bo Konsera Kurdî li Frankfurtê Þiroveyên we ji bo pêvajoyê Di pêþbirka Muzîkê de Norwec bu yekem Li Þemrexa ser bi Mêrdînê 41 kes hatin kuþtin Pirtuka Matematîkê ya Kurdî derket Li Kurdistanê Partiya Kurdan bi ser ket Li Tirkiyê hilbijartinên þaredariyê Li Amedê Milyonek Kurdî Newroz pîroz kir Newroz Li Bonnê Pîrozbahiyên Newrozê Celal Talabanî li Tirkiyeyê ye Peyama serokatiya herêma Kurdistan
   Nuçe
   Þirove
   Çand û Huner
   Helbest/Helbestvan
   Kurd û Kurdistan
   Hevpeyvîn
   Pirtûk
   Zimanê Kurdî
   Nivîsên Serbest
   Navdarên Kurd
   Computer/Internet
   Videoyên Hilbijartî
   Þûnwar
   Leyistok/Yarî
   Wênexane
   Têkilî
   Forum
Li tevayî naveroka malperê bigere
 
HEVPEYVîN

Mizgîn Tahir
Malbata min malbateke hunermend e. Birayê min ê mezin li cimbûþê dixîne, navê wî Remezan Omerî ye, ku dengê wî gelek î xweþ e. Birayê min ê din li biskê dixîne,
MIJARÊN PIR HATî XWENDIN

TV yên Kurdî





 

 
Masî dimre derya dimîne, ziman derya ye.
    Da mirovên civakekî bikaribin hizra xwe, mebesta xwe û wateya tiþtan rabigehînin yek û du, pêwistî bi navgîneka giring heye. Ji bo mirov bîr û hizra ku di hiþ û mêjî de kom bûye, biherikîne der û dora xwe û ji hev sûdê werbigre, emrazê ragehandinê ya gelek giringe. Ev emraz, zimane. Mirov bi rêka vê navgînê, armancê xwe, ew bîr û hizra ku serê wî rapêçaye û nehînî maye, aþkere dike û dîgehîne dewrûbera xwe û her wiha bîr û ramanên xwe belav dike. Bêyî ragîhandina raman û bîr, serkeftin û têgihîþtina civakê ne gengaze. Ew ramana ku di serî de nexuyayê û ne diyare, da kesên din jî bizanibin û bîra xwe bigehîne civaka din, bê guman rol û erkê ziman nirxekî bê gengeþeye. Raman bi akama  çalakiyan ve kom dibe, bi riya ziman ve rûxsarî û rûmetekî werdigre. Ziman, di ragihandina nav civakê de, awêneya raman û hestên kesane û ji bo nasyariya siruþt û civakê, xwedî bandoreka mezine.
   Gelo ziman li cem ajelan jî heye? Dema mirov hindekî piþkînîna ajelan dike, baþ diyar dibe, zimanê wan jî wek yê mirovan heye û dihê guhertin. Lê ajel, weke mirovan bi sîstematîkî nikarin þêwazekî bidin dengê xwe û li dûv pîverekî, xwe  binasînin. Ango ji bilî me çi ajelek nine, zimanê ku li gorî rênasîna peyvan peyda bûye, bikarbîne û xwe rêk û pêk bike. Di vê derê de wate ne ewe ku zimanê ajelan nîne? Belê zimanê ajelan heye, lê, bi tenê goþte, ew ne xwediyê wan organane ku  dengê xwe, bîr û hizrên xwe sîstematîze bikin. Ev tenê karê me mirovane.
   Descrates dibêje: “Mirovek her çend ji hiþ kêm be jî, ew dikare peyvên xwe bi þêwazekî têgihîþtî bi lêv bike. Lê, ajel çend xurt bihête xwedîkirin jî, çend bihête perwerdekirin jî, neþêt serbikeve û biaxife.” Descartes bi vî rengî li dûv axaftina xwe diçe û dibêje: “Organên wan yê kirç û kal ne egera vê çendê ye, nexêr! Ji ber ku li gel ajelan, tiþtê ku nîne û dibe egera lalbûna wan, hiþe, hiþ jî li cem wan nîne.” Ziman, di leþ de berejenga hizire, ew hizra ku di nava serî de veþartiye, aþkire dike.
   Di nava zîndaweran de yê ku tenê dikare bi regezê xwe re bide û bistîne û xwe rabigehîne, mirove. Jîndarên dîtir jî, bi hindek berejeng û lebatan ve dikarin ji hev û du serwext bibin. Mîhek bi dengê “meee” ve gazî berxika xwe dike. Bizin, dema ji refê xwe vediqete bi dengê "mike mike" ve gazî û hawara xwe ji refdarê xwe re diþîne. Dema kûçik bi dengekî direwe, kûçikên din jî heman demê bersîva wî didin. Ev dengên ajelan, ji zimanê mirovan hêsantirin. Di heman demê de mirov jî gelek caran li þûna ziman, hindek berejeng û bizavan bi kar dihîne. Wekî bi rakirina yek destî ve, bi wateya “raweste” Bi hejandina serî ve, bersîva “erê” an jî “na” dide. Li hember êþeke giran, ew dengê "ax û wax" wateya tiþtekî dide mirovên pêþber.
   Ji bo pêþketina zimanekî, çêdibe ku gotina “were” ne pir giring be. Çêdibe ku ev gotine bi "hîrînîya" hespê ve di heman wateyê de be jî. Hesp û hîr hîra hespê ji bo me nabe bersivek ya diyar. Lê, dema mirov li hember tiþtekî got “were” sedem û encama vê kiryar û bûyerê, bi rêka ziman ve dihête wênekirin. Bi ziman, mirov dikare egera tiþtekî xuya bike. Mirov, ajeleke, lê ajelekî xwedan axaftine û dikare dengê xwe saz bike. Ew bikaranîna ziman ve diyar dike ku ji zîndewarên dîtir rasertir û sexttire. Bi navgîna ziman ve  dikarin hemû tiþtan binasînin û li ser wan daxbar bin.
   Di civakê de hevkarî, azmun, zanyarî, xwe danasîn û htd. giþtî bi riya ziman ve xwe digehîne armancekî.
   Çi zanistek nîne ku bêyî ziman bikaribe xwe binasîne û þîrove bike. Ziman hemû zanistan digre nava xwe, dibe kaniyek ji bo encama lêgerîn û lêkolîna wê zanistê.
   Zimanê ku zarok pê diaxife û pê çavên xwe vedike bo jiyanê, pê þîr dimije, zimanê zikmakiye. Ango,zimanê dayîkê ye. Ziman, merc û faktorek serekiye ji bo hebûna mirovatiyê û domandina nifþên mirovatiyê. Zimanê ku cara yekem pê "yadê", "yabo" dibêje û bi seretayî pê digrî û dikene, giringtirîn hîme di ferheng û çanda mirovan de. Ev ziman di felsefe û rewiþta mirovatiya pêþverû de, mafê jiyaniye. Ji destwergirtin û ji navbirina ziman, pîþelkirina maf û xîreta mirovatiyê ye. Wate, ez te nas nakim, tu ne mirovî.

   Ziman, nasname û dewlemendiya gele. Li hember zimanê gelan, desthelatdarên cihanê þêweyên dirindeyî û nehînî dirust kirine. Kolonyalizm, ji ber ferehkirina bazirganiya xwe, ziman, li beramberî armancên xwe weke kelem û berbendekê dibîne. Evro cîhana me ber bi gulobalîzmê ve diçe, gelek welat hene zimanê xwe yê resen ji bîr kirine, an jî naxifin. Gava Efrîqa dihê bîra me, lerz û tirsek dikeve nava dilê mirovên welatperwer û humunist.
       


                 MALBATA ZIMANAN

   Li cîhanê, þeþ milyar mirov,  ji sê hezarî bêhtir zimanên cûrewcûr diaxifin. Lê, jimara cîhanê ji nîvî pirtir tenê bi pazdeh – bist zimanan bi kar dihînin. Li cîhanê zimanê ku pirtir mirov (bi jimara pir) diaxife, li komara Çînê zimanê MANDARÎN e.
   Zimanê ku evro hene û dihê axaftin, gelek xalên xwe nêzikî hev in. Her ziman çendî di nav xwe de reseniya xwe hebe jî, ew çend jî, nêzikî hev û du ne û ji hev û du bi karîger in. Her ziman dibe ku ji hev ne cuda û cêwazbin. Zanyarên ku di vê mijarê de hindek tiþt vekolandine dibêjin: "Ev zimanane, zêdebarî wekî malbatekîne, zarok, nevî û xizmên hev in."
   Ev zimanên ku ji famîleyekîne, destnîþana jiyana komînal ya gelan e. Ango; zimanek dikare çavkaniya xwe ji zimanekî din werbigre û bi awayekî serbixwe pêþ bikeve. Li gorî merc û zemîna xwe bi rûxsarî û dengsaziyeke cewaz bigre.
   Evro li Ewropa, Îran û Hindistanê zimanê ku hatine bikaranîn, hemû endamê malbata zimanê Hind-Ewropayî ne. Di nava zimanê Hind-Ewropayî de, gelek komikên dîtir jî hene. Ji van koman yek; Latînî ye. Ev kom, ji Firensî, Spanyolî, Îtalyanî, Portogalî û Romanî pêk dihêt. Ev hemû binyata xwe ji zimanê Latînî werdigrin. Lê bi gîþtî wekî zimanê Romanî dihêne nasîn. Komeke din jî, zimanê Germanane. Ew jî, Almanî, Holandayî, Îngilîzî, Siwêdî, Nêrwêcî, Danî û Îslandî ye. Koma din jî, zimanê Ariyan e; ew jî Farisî, Belocî û Kurmancî ye.
Li dervayî famîla zimanê Hind-Ewripayî wekî dîtir gelek malbatên din jî peyda bûne. Wek li Ewropayê zimanê ku Hungarî, Finî, Laponî û Estonî pê diaxifin, ew malbata zimanê FÎN-UGOR in. Zimanê ku Efrîqa pê diaxife, malbata zimanê BANTU ye. Zimanê Îsraîl, Erep, Aþûrî pê diaxifin, malbata zimanê ARAMÎ ye. Zimanê Tirkî, Azerî, Kazakî, Magolî diaxifin, zimanê URAL-ALTAY î ye.


   GUHARTINA ZIMAN
   Zimanzan dibêjin; ziman jî weke sirûþtê dihê veguhartin û ziman jî, mîna sirûþtê xwe diguherîne. Di guhertin û pêþkeftina ziman de, cîh û dem û peywendiya wê li gel xakê, xwedan roleka mezin e. Ziman nola organizmaya sirûþtê di nav rêpîvanên xwe de diçe û çavdêriya daxwaziya mirovan nake.
   Ji bo mînak;
   Em li Bêrtiyên ajelvan û bi zimanê wan yên dervayî bajêrî binêrin; di zimanê wan de û têkiliyên wan de peyv û têgeh pir pêþ de ne. Her wisa civakên ku bi deryayîne xwedî zimaneka cuda û cewaz in. Têgeh û peyvên ku peywendiyên wan bi rêk dixe pir pêþ de ne.
   Her wekî din;, jiyana sosyo-polîtîk xwedî hokarekî serekî ye di pêþkeftina guhartina ziman de. Qonaxa ku babeta ziman pir pêþ de ye, ew qonaxên azad, serbixwe û bê fiþar in. Qonaxa ku zimanê Kurdî pir xurt bûye, serdemê danana mîrneþîniyên Kurdane. Hozan û zanyarên Kurd jî di serdemeke wiha de derketine.
   Di guhartina ziman de, karîgeriya netewa desthelat pir mezin e. Mînaka vê ya herî ber bi çav jî zimanê Kurdî ye. Welatê Kurdan heta niha di bin gelek kolonyalî û dagirkeriyan de ma û hebûna xwe berdewam kir. Ev tiþt di heman demê de dagir û karîgeriya ziman jî bi xwe re anî. Di encama vê rastiyê de, evro di nav zimanê Kurdî de gelek peyv û dengên bêgane hene.
   Mînak;
   Þûna ku bibêje "dergeh bigre" yan jî dade, "qapî qapemiþke."
þuna "Elî hat?", "Alî mî hat?".
   Yan jî þuna "heger hebe", "hebese" û htd.
   Bi karîgeriya zimanê biyanî ve zimanê resen dikare bilewte û dejenere bibe.
   Li ser ziman bandora hêz û komên biyanî pir mezin e. Dema em evro nimuneyên vê rastiyê dinêrin; gelek zimanê civakan di bin fiþara netewa serdest de heliyaye û ziman hatiye jibîrkirin. Di nava civaka Kurd de jî gelek kom û eþiretên hatine bûhujandin, zimanê xwe ji bîr kirine, yan jî, ji bo xwe zarekî tênegehiþtî dirust kiriye.
Her wekî din, di guhartina ziman de, rola zimanê zarokan jî heye. zarok tiþtê ku ji dê û bavê xwe fêr dibin, li gor xwe dengê xwe bi lêv dike û dihîne ziman. Ev deng û peyvên ku zarok diguherîne piþt re dibe binyata guhertina ziman.
   Her wisa mirovên genc û kal û pîr jî di heman zimanî de, heman peyvan bi kar nahînin. Di heman komê û malbatê de ne, lê devokên ku bi kar dihînin ne weke hev e. Ev rastî di nav civaka Kurd de pir bi balkêþî xuya dibe.
   Piraniya zarokan tîpa (R) bi hêsanî nikarin bi lêv bikin. þuna ku bibêjin Rovî, dibêjin lovî an jî lowî.
   Li herêma Serhedê hindek dever þûna tîpa (B), (V) yan jî (W) bikartînin. Mînak; xebat - xewat, dibe - diwe, xeber bide – xever bide htd.
   Li Amed ê hindek navçe þûna tîpa (J) yê (Z) yê bikartînin. (Ez jî), (Ezî) hindek dever hene þûna ku bibêje diya min dibêje ciya min.
   Li Çolemergê jî hindek dever tîpa (W) yê nikare bi lêv bike, tîpa (R) yê bikar nînîn, di hindek peyvan de pîta (B) dibe (P). þuna (were) dibêje (vere), þûna (Kuro)-(Kuo)- þuna (bavêje) (Pavêje) di bikaranîna ziman de, bilêvkirina tewþ û þaþ, guhartina ziman de xwedî hêz e û dihêle ku ziman, hal û rewþeka din werbigre. Guhartina ziman, bilêvkirina kêm û tewþ ve dest pê dike. Piþt re dema ku dihê pesendkirin û bikaranîn êdî ziman rengekî din distîne û ji halê xwe yê berê cewaztir dibe.
   Mînak;
   Hindek dever dibêjin (nikare) hindek cîh jî dibêjin (nikane) ev her dû peyv jî di heman wateyê de dihê bikaranîn û hatiye pesendkirin jî. Her wisa (payîz), (payizd) – (Ka), (ca) – (xwezî), (xwezila)- (wisa, wilo, werganî, welê, weha, wiha) û hwd. Gelek dever hene hindek peyvên hevbeþ bikartînin, lê wateyê wan cûdane.
   Minak;
   Peyva “guman” ev peyv di wateya giþtî de þûþhe ye. Lê li herêma Serhedê di wateya hêviyê de dihête bikaranîn.
   Peyva “poz” li hîndek deveran di wateya bêvil de dihê bikaranîn. Lê li devera Behdînan bi wateya endema zayendayî dihê bikaranîn.
   Peyva “Xir” li devera Behdînan di wateya giþtî yan jî hemû de dihête bikarhînan, lê li deverên bakur ev peyv di wateyekî din de dihête bikarhînan yanê endamê zayendê ye zilam. Bi vî awayî gelek peyvên hevbeþ hene.
   Di vê wateyê de dema mirov li van nimûneyan dinêre, hokarên guhartina ziman dinêre, ji rewþa zimanê Kurdî têdighê. Ji ber vê çendê jî zimanê Kurdî bi parçe û formên cewaz de dimîne.
   Gelê kurd ji desthelatiyeka navendî dûr e, ji jiyaneka sosyalî û polîtîkî lawaz e. Ev xal dibin egerên serekî di guhartina ziman de û her yek dibe hokaraka giring li pêþ zimaneka hevbeþ. Ev arîþeya henê, bi xebateka xurt ve dê bihête çareserkirin. Ev ziman, ji bo hebûna gelê Kurd nirx û hêza herî bi rûmet e.
   Her Kurd, di vê xebatê de berpirsiyare da xwe bi vî zimanî pênase bike, divê merc û þiyanên wê jî biafirîne.
   Her takekesê Kurd, têkiliyên xwe yê jiyanê bi zimanê dayîkê ve bi rêk bixîne, eve dê bibe mezintirîn yadîgarî ji bo dayîkan. Heta niha li dijî hemû fiþar û azaran, yê ku ziman parazt û lê xwedî bû, dayîkên Kurd bûn. Ew dayîka ku ziman daye me, divê serbilind û serfiraz be. Gava dayik bihête guhartin û bûhujtin, wê demê ziman û civak jî dihête guhartin û bûhujandin.
   Evro xwendekarên zankoyan, bersivekin ji bo hêviyên dayîkan. Evro ew xwedî xîreteka bi rûmetin li hember bûhujandin û jinavçûnê.
Ziman nasnameya civakê ye. Ziman kesayete û samana mirovatiyê ye.

                                           

   PEXÞANA ZIMAN


   Mirov, berî ku bibe mirov, di pir qonax û pêvajoyan de derbas bû, ta ku xwe gihande emrazê axafitinê ku em ji wê emrazê re dibêjin ziman. Ev qonaxe,  pêþketin û guherînên civakî yên hemecur werdigre nav xwe. Her wiha di derbarê ziman de jî pêþketinên zor giring rû dan. Bi kurtî em dikarin wiha bibêjin: Mirov, piþtî berhemanîna siruþtî tuwanekariyek, serborek, hêzek wergirt. Di encama berhemdariya sirûþtî de, zimanek peyda kir. Ziman, ji bo danûsitandina civakê ya pêwist bû. Mirovê ku li xwe digeriya, di dawiyê de gihiþte vê rewþa nû. Ango, serdemek hebû civak bê zar û ziman weke ajelan dijiyan, wek ajelan kerî bi kerî, an jî  bir birî  digeriyan. Ev xal, destnîþana mirovbûyînê ye. Di mirovbûna mirovan de ziman giringtirîn hokar û taybetmendiye. Bi peydabûna ziman ve, êdî ew fêrbûnên ku hatine bi destveanîn, bi awayekî hêsanî diherike nav jiyana nifþên ayindeyê. Êdî pîremêr û pîrejinên civakê serbor, zanîn û têgehîþtinin xwe, bi riya ziman ve didin zarok, nevî û nevîçirkên xwe. Ev babate di berdewamiya jiyanê de bû egerên çand û hunerê. Nirx û dab û nêrîtên civakê ji hev cuda bûn. Jiyana ku ji ajelan ne cewaztir bû êdî werdigeriya ser jiyaneka xwedan sîstem, yasa û rêwiþt. Ev yasayên nû civak kategorîze kir, werara wê kir û ber bi gelbûyînê ve bir.
Wek hatiye diyarkirin, li cîhanê qasî sê hezar zimanên biçuk û mezin, mirî û jiyayî heye. Di nava van zimanan de, her yek li gorî cografya û mercên xwe reng wergirtiye û pêþkeftiye. Taybetmendiya di navbera van zimanan de yek jî ewe ku; her tiþt, li gor zayendeya civakê dihête bilêvkirin. “Nêr û mê” bûna zimanan ji bo lêkolîneke civakên ber bi nebûnê ve diçin û ji aliyê serdestan ve dihête haþa û mendelkirin belge û peyteke zor giringe. Ji bo vê çendê, ew zimanê ku bêhtir peyv û dengên “mê” ya bi karîgerin, amajeyî serdema dayîksalariyê dikin. Ango ew zimane ya zor dêrîne, dirêj dibe heta destpêka mirovatiyê û di dema dayiksalariyê de berceste bûye. Bêhtir peyv û gotinên “mê” ve dagirtiye. Piþtî ev rêkxirawa civakê, rêveberiya xwe diguherîne, desthilatdarî derbazî destê mêr dibe. Bi baviksalariyê ve peyv û gotinên “nêr” zimanê civakan jî diguherîne. Hindek ziman jî hene bi tenê “nêr” in. Ev berejenga vê yekê ye, ev civaka ku xwedî zimaneka “nêr” e, dema dayîksalariyê nejiyaye û nedîtiye.
   Gelek sedem hene di derkeftin û peydabûna ziman de. Berî jiyana niþtecîhiyê, di navbera mirovên qebîle û eþîrê de, zimanên hevbeþ  û wekhev hebûn. Ev mirovên ku zimaneke hevbeþ diaxifîn, ji ber koçberî û koçeriyê, zimanê wan ji hev dûr ket û þêwazên cewaz wergirtin. Bi vî awayî di dengê peyv û bêjeyan de guhertinên nû çêdibin, pêþdikevin. Hindek peyv ji nav ziman dihête avêtin û derxistin. Ango, jiyan dibe egera peydakirina peyvên nû. Her wekî din, di morfolojiya hevok û risteyan de jî guhertin hene. Ew civaka ku koç kiriye û çûye cem xaka civakeka dîtir, ev her dû civak di aliyê ziman de ji hev gelek tiþtan werdigrin û didin. Di destpêkê de guhertinên ku dibûn, bi tenê karîgeriyeke pir biçuk li ser zimanê zikmakî dikir. Lê, her koçerî pêþket, di deng, peyv û gramera ziman de jî guhertinên pir mezin rû dan. Weke dihête zanîn, Spanyolî, Fransî, Portogalî ji Latînî, Engilizî, Norveçî, Swedî, Danî, Hollandî jî, ji zimanên Elmanî ya kevin peyda bûne. Her wisa, li dûv zimanzanên Kurd jî, zaraveyên Kurdî, Farisî jî, ji zaraveya Kurdî ya Dimilî peyda bûne. Lê evroke, her yek bûye zimanek serbixwe û cewaz-
   Ziman hemîþe dihête guhertin. Tiþtê herî giring ewe ku; mirov wê li gorî merc û rewþa qonaxa xwe bi rêk û pêk bîne. Bi bûyerên civakî ve peyvên cûda cûda jî, xwe nîþan didin û xwe dixin nav ferhengoka me.
Piþtî serdema teknolojiyê ve peyvên nû û bikaranîna peyvan de þêwaz û bangên nû peyda bûn. Weke kozmonot, lazer, setalayt, faks, telefon, htd. Hindek gotin û peyvên navnetewî çûne nav hemû zimanên cîhanê. Ji layekî din ve, hindek  berejeng û pîtên destpêkê ve jî hindek tiþt hatine pênasekirin. Ji bo nimune: $, %, @, &, UNICEF, UN, USA, NATO, TNT, TV û htd.

   JIN Û ZIMAN

   Jin di guhertin û pêþxistina nîrxen civakî û netewî de faktorê serekî ye. Ji destpêka dîrokê heta evroke em vê gorankariyê dibînin. Em dibêjin destpêka dîrokê û berî wê. Ji ber ku dîrok: bi bindestiya jin ê ve dest pê dike, jin dihê guhertin. Çîn û tex di nava civakê de peyda dibe û jin rola xwe ya pêþengiyê didorîne, dibe alavê destê civakê. Ev çende jî reseniya jinê kêm dike.  Loma jî pêwîste ev rastiya jiyanî xwe bibîne. Jin pêþenge, eve di sirûþta jinê de heye. Di nava hemu mirovatiyê de jin; bi vê hêza xwe ya giring derketiye pêþ. Heman tiþt di cîhana ajelan de jî heye. di nav keriyek pez de, her tim yê ji keriyê re pêþengtiyê dike bizine. Ask jî wisan in, pelawer wisan in. Pir balkêþe, civaka me bêhtir ajelên mê xwedî dike û jê hez dike. Ji ber ku ji nêr bêtir, mifayê ji ya mê werdigire.
   Pir seyre, peyva jin û jîn yan jî, jin û jiyan pir nêzîkê hev in. Her wekî din peyva mêr û mir yan jî, mêr û mirin di zimanê Kurdî de ji heman jêderê peyda dibin. Di vê mijarê de karê yekem ewe ku, rola jinê çiye di pêþxistina zimên de û çi jê dihê xwestin; em li ser van xalan rawestin.
   Di ziman de giringiya erka jinê bê gengeþe ye. Di fêrbûn û pêþxistina zimanê gel û netewî de jin xwendingeha seretayî ye. Her zarokê ku dihê dinê, destpêkê bi zimanê dayikê diaxife. Em ji vê re dibêjin zimanê zikmakî.
   Zimanê Kurdî bi giranî zayendeyeke mê ye. gava mirov li ser vê mijara ciwan radiweste, li rastî pir tiþtên matmayî û balkêþ dihê. Ji bo çi di zimanê Kurmanciyê de hinde elementên mê ya zêdeye?
   Ev ziman bingehê xwe ji rojgariya dayiksalariyê werdigire. Yanê zimanê Kurdî serdema desthilatdariya jinê dîtiye, yan jî peyda bûye pêþ ketiye. Loma jî peyv bi giranî mê ne. Ji peyvekî dikare peyvekî din lêk bide. Ji hev dizên û dikeve rewþeke din. Ji bo nimune em li peyva gerîn binêrin:
   “Gerîn”; ve-ger, lê-ger, wer-ger, ber-ger, ger-gerok, ger-inde
Yan jî peyva “girtin” ê binêrin:
   Girtin ; hil-girtin, ve-girtin, ra-girtin, wer-girtin
Em dikarin bi vî awayî bêtir mînakan bidin. Bawermendiya civaka Kurd jî, li ser vê þengisteyê rû daye. Peyva xwedê û yadê, pir nêzîkê hev in û peyveke mê ye. xwe-dê yan jî xwe-da. Dema mirov vedikolîne encama derdikeve pêþ eve, yanê ji xwe dayîn, bi xwe dayînê peyda bûye. Peyva “da-yê” yan jî “ya-dê” jî xwedî naverokeke wiha ye. Peyva “xweza” jî nimuneyeke giring e, ji xwe û zayinê lêkdide. Hingê em dikarin wiha bibêjin; berî xwedê biçe jor li erdê bû û ne hêzeke abstrakt bû. Berûvajiyê wê berbiçav bû û mirov bi xwe bû. Ji mirovan jî ya jin bû.
   Pir ziman yan jî gel hene, pêþketina civakê nejiyane. Lê, Kurd ne wisaye. Di nav hemû pêvajoyên civakî de derbas bûne û xwedî þaristaniyek dewlemende. Vê karaktera xwe jî, ji afirandêriya jin ê werdigire. Ji ber vê yekê em dikarin bi asanî vê bibêjin; zimanê Kurdî berhemê jinê ye. jina kurd ew afirand, pêþxist û xurt kir. Lê evro ketiye nava metirsiya hebûn û nebûnê.
   Armanca me ew e ku, da bikaribin zimanê kurdî û rewþa wê ya evroke çareser bikin, divê em navê jina Kurd jî di nava vê xebatê de bibînin.
   Li vê derê em dikarin pirsekî wiha ji xwe bikin: gelo zimanê Kurdî pir pêþketî û xurt bû, li gel hewqas çewsandin û qedexeyan, dîsa jî hebûna xwe domand û parazt? Gelo mirovê kurd pir welathez bû li çand û zimanê xwe xwedî derket, nehêla têk biçe? Yan gelê Kurd li hember kolonyalîstiyê û zordestiyê li ber xwe da ji ber vê yeke jî ziman û çanda wê hebûna xwe berdewam kir? 
   Naxêr, mixabin, di vê qonaxê de ne zimanê Kurd hewqas pêþketîbû, ne jî mirovên Kurd. Di paraztin û berdewamiya zimanê Kurdî de, egera serekî jina Kurd bû. Evroke civaka Kurd di hebûna vî zimanê ku- her çend kêm e jî- heye, deyndarê jina Kurde. Belê jina Kurd bi objektîfî, bû parazvanê zimanê Kurdî. Jina Kurd nexwendewar û nezanbû û biyaniyê jiyana dervayî malê bû. Jina Kurd dernediket nava civakê, di nava malê de bi zarok û karê malê re mijûl dibû. Ev peywendiya civakî jina Kurd di nava çarçoveyek teng de dihêla. Peywendiya wê li gel cihana derve nebû. Bûhujandina (asîmîlasyon) li ser civaka Kurd digeriya kar li ser jina Kurd nedikir. Asîmîlasyona sîstema dagêrker heta ber dîwarê hewþa malê dihat, lê diket û vedigeriya. Jin ji vê asîmîlasyonê îzole dibû. Bi sirûþtî zarokên xwe re bi zîmanê xwe diaxifî û gor dab û nêrîtên Kurdewarî dida û disitand. Jina Kurd rêk nedida asîmîlasyona sîstema kolonyalîst. Ji ber vê yekê asîmîlasyona sîstemê û polîtîkayên wî dihate pûçkirin, betalkirin. Gava dagêrkerî bi vê çendê hesiya, bi lez û bez kete nava bizav û hewildanan. Yekser li her gund, navçê û bajêrên Kurdîstanê dest bi xebateke nû kir. ji bo vê jî digot; em dixwazin ji gelê xwe re xîzmeteke mezin bikin û wan þiyar bikin. Pir baþ dihê bîra me Kurdên 12 rezberê dîtine û dizanin. Sîstemê helmeteka xwendinê da destpêkirin. Bi navê xwendingehên þevê(Gece okullari) xwendingehên elî(Alî okullari) ve jinên Kurd, ji yê bist salî bigire heta jinên heþtê salî bir wan xwendingehan û bi vê polîtîkayê ve astengiya li pêþiya asîmîlasyona xwe ya herî mezin rakir.
   Piþtî keçên Kurd ketin nava vê babelîskê, di jiyana Kurdan de rûpelek nû vedibû. Zarokên dê û bavan, ji dayikên xwe þerm kirin û ji bavê xwe reviyan. Ji bo bibe aktirist ji malê reviyan. Kete nava tariyeke bêbinî. Di hêlekî de rêya metropolên tirk ji keçan re vedikir, di hêla din de jî bi navê ayîn û islamiyetê ve bang dikir malbatan ji bona zarokên xwe xwedî bibin. Ev rewþa paradoks civak dixiste nava dubendiya û dudiliyan.
   Keçên Kurd bi xwendingeh û xwendina tirkan ve ew dergehê ku ji asîmîlasyona tirkan re girtîbû, bi destê xwe vekir.
   Ev car asîmîlasyon werdigiriya oto-asîmîlasyonê. Êdî sîstem bi darê zorê yan jî polîtîkayên ditir ve Kurdan nahelîne.  Ji ber ku wî jî dît; Kurd bi xwe, xwe didin helandin û didin bûhujandin. Ev jî bi rêka jina Kurd ve çêbû, ji ber ku jina Kurd kete nava perwerdeya sîstemê û bi vî awayî sîstem jî gihiþte armanca xwe.
   Belê, em li vê derê pirseke wiha dikarin bikin: gelo jina Kurd bi xwendinê ve þaþitî û çewtiyek kir!?...
   Naxêr, berûwajiyê wê, bi xwendinê ve tiþteke pir giring û pêwîst pêk aniye. Mebesta me ne ewe. Bila jina Kurd bêhtir bixwînin. Lê li ser puxte û naveroka xwe. Ji vê saman û renginiya Kurd dûr nekeve û nebe biyaniyek. Pêþketina jinê pêþketina hemû Kurdane. Di heman demî de biyanibûna jinê, biyanîbûna hemû civakê ye.
   Evro em lê dinêrin gelek keçên Kurd zimanê xwe nizanin. Ji Mêrdînê ye, ji Wanê ye, ji Amedê ye, dibêje: ez Kurdî nizanim! Ev karesateke mezin e. Heger jin ketibe vê rewþê, divê bi demûdest xwe ji vê kambaxiyê rizgar bike.
   Bi taybetî piþtî valakirina gundan di jiyana Kurdan de kozmapolîtîzmek hate der. Di nava bajêrên mezin de ev gundiyên biçuk wenda bûn. Xweziya xwe bi neyarê xwe anî û lasayî dijminê xwe kir. Bû evîndarê kujekê xwe. Di vê derbarê de rewiþta jinê dihê guhertin. Jina Kurd xwedî berhem û nîrxê herî mezin ya zimanê Kurdî ye. Evro jina Kurd di her alî de xwe rêk û pêk dike. Pêwîste di warê çand û zimanê Kurdî de jî pêþrewaniyê bike.
   Mixabîn em di vê xebatê de navê jina Kurd nabînin. Xebata zimanê Kurdî, xebata jina Kurd e. Lê jina Kurd di vê biyavê de lawaze. Di vê mijarê de kar û barên wan pir giring e. Heger jin li zimanê xwe xwedî dernekeve, têkçûn û wendabûna wê pir nêzîke. Bi taybet jî jina ku peywendiya wê li gel politîkayê heye, divê zimanê zikmakî ji xwe re bike karê serekî.
   Jina asîmîle bûye, ji bo civakê îmzekirina kaxiza mirinê ye. Pêwîste jina Kurd li hember vê dejenerasyonê xwe bibîne, xwe nas bike.    

27.02.2008

Omer Dewran

Dîroka tevlîkirinê: 18.07.2010 - 16:56:42
Ev nivîs tevde 95 carî hatiye xwendin
VÊ NUÇEYÊ

Çap bike

Ji hevalê xwere bisîne

Sirove bigre ser
Tevayî sirove Bu Habere Toplam 0 Sirove hatiye kirin.
Ji bo siroveya dîtir

Çawa lekedariya sumbolên çand û hunera kurdî bihê kirin?!
Tehsîn Naviþkî

Bersivek bo peyama ”erþîfkirina” zimanê kumancî
Nazif Mayî

Ber bi zimanekî yekbuyî ve
Bavê Nazê

Û giriya
Omer Dewran

Îbo yê dayîk kurd û bav ereb lê tirk kurê tirk
Jîr Dilovan

BERFÎN-Çîrok
Selahedin Bayezîdî

Suka Mirinê
Mehmet Devîren

Têkiliyê Helbest û Felsefê
Kamran Simo Hedilî

Aryan û soza bendêmanê
Mesud Xelef

Min jibîr bike
Demhat Dêrikî

Ya ku nikarim qîr bikim
Hêvî Zayci

Le le esmera çavþin-Helbest
Xizan Þîlan

Bagurdan-Çîrok
Fehîma Ibrahîm

Huner û Hunermend li baþurê Kurdistan
Tîrêj Ormiye

Hesretiya Azadiyê
Siyamed Sîpan Ugurlu

KINE EM?
Ferzan Þêr

Gotara helbestî, xwendinek ji bo binemayan
Hoþeng Þêx Mihemed

Çilore
Amîna Zikrî

Kinçîroka pêdivî di navbera endêþe hezên sinehan de
Emîn Evdilqadir

Þaha Çaxî-Çîrok
Jaro Duhokî

Zilamek û Zimanek
Konê Reþ

Temenê Çîrokî
Agirî Soran

Payizekî veqetiyayî
Bilind Mihemed

Sîmbolîzim hunere, amajeye, paþî çavlêkirine...
Ismet Mihemed Bedel

Kurmanciya jorî li ber metirsiyên mezin û girane
Ismail Tahir

Min bi evînê xewê!
Husein Muhammed

Eþqa te
Nezîr Silo

Sipîhistan - Kurteçîrok
Xalid Salih

Zarokên Kurd yên li Miþextgehê û parastina zimanê zikmakî
Baran Qamiþlokî

Buka min - Helbest
Leyla Qasim

Hilbijartin û Kurd
Emrah Kocahal

Evîn - helbest
Botî

Yên Qurre
Yasîn Hisên

 
 
Bike serrupel | Tevlî yên hilbijartî bike |gelavej.com
copyright GELAVÊJ.com 2002 by kurdhosting.com  

Kundir,kunci,kurd,
kurdistan,kurdo,
agiri,aso,sirûd,s
înor,semyan,salar,
sîng,sor,sêv,sam,
savar,soro,sîmar
sosin,seval,sanesin
gever,gerdûn,kulîlk,
garan,gengeþî,Apo
berzanî,berzanî,gul
girîn,kenîn,girî,giri
ken,mal,milk,cîran,
cok,civan,civîn,cor
çîr,çîrok,çirok,gel
gelavêj,gelavej,geþ
masî,masi,marol
mirad,miraz,pkk,PKK
ynk,YNK,PDK,PSK
partî,parti,poz,difin
ling,qaç,ferheng,
pirtuk,nivîs,pexþan,
peyam,þirove,sirove
germiyan,zozan,zîlan
dersîm,amed,mardîn
mêrdîn,nisêbîn,muþ,
colemêrg,þemzînan
hecî,koyê,mehabad
sine,Hewlêr,qamiþlo,
efrîn,efrin,dêrik,wan
varto,heval,rupel,av
avesta,zend avesta
paqij,peyitandin,nav
nîþan,zêr,zer,þîn,ava
þîn,dayik,dê,dayê,dev
dew,aþik,aþ,evîn,
evîndar,dildar,evindar
Sivan perwer,Sîpan
Siyamend,Xemgîn
Xemgin,Diyar,Zana
Hatib,Hewlêr,Heval
Muzik,Sitran,Kurdî
Wêje,weje,nivîs,nivis
Niviskar,Kürt yazarlar
Kürtce kitaplar,Kürtce
Kevî,kevok,kêvjal,
Kejal,kûncî,kurm
Album,Produktion
Misoger,Dersen kurdi,Pirtukên Kurdi
Neqþa kurdi,mêkut
Cudî,cudi,herekol
Heftanîn,oremar,
Çatiþma,catisma
Pevçun,þer,þervan