Bersivek bo "erþîfkirina" zimanê Kurmancî |
Master bi felsefeya perwerdê
Ez li destpêkê peyva mixabin bi kar dihînim çunkî min bawer nedikir ku jimareyek rewþenbîrên gelê me bi navê nûser û ekademisyenan dê ji desthelatiya kurdî daxwaza ”erþîfkirina” zaraveya kumanciya serî bikin. Em dizanin ku dewletên dagîrker her tim hewildane ku kurdan û zimanê wan esîmîle bikin. Gelê kurd ji bo azadiya xwe têkoþîneke bi sedan salan kiriye û xûn ji bo wê azadiyê rijandiye. Yek ji mafên vî gelî azadiya bikaranîna zimane di warê axiftin, xwandin û nivîsînê de. Ev ne tenha mafekê neteweyî ye, lê herweha xaleke giring e ji mafê mirovan.
Gelo peyama bi navê 53 nivîskar û akademisyenên ku daxwaziya erþîfkirina kumanciyê kirine û resmînasîna soraniyê kirine li ser çi bingehên zanistî wê daxwazê dikin û dispêrin desthelatiya kurdî? Gelo wan çi belgeyên zanistî hene ku ji bo milyonan zaroyên kumanca û mezinên kumanca soranî baþtire? Gelo ev helwestek neteweyî, zanistî realîteya kurdane? Gelo ev di bingehê xwe de helwestek sorangêrî nîne? Gelo kî li vê rewþê berpirsiyare? Ji bo bersivdayina wan pisyaran ezê hewil bidim bi tewereke zanistî û netewayetî di çarçoveya mafên mirovan de bersiv bidim. Lê berî ez bihême naveroka vî babetî, ez dixwazim ji van birêzan bipirsim: Hun weha hisab bikin ku li Behdînan û li dunyaya kumancî çi ronakbîr û zana di vî warî de nînin, hemû mirovên nezanin û xizanin. Gelo baþe ma hûn bi navê ronakbîriyê û kurdayetiyê û azadiyê xwedî li mafên wan milyonan zaroyên kumancan jî dernakevin? We ez û bi hezaran kesên din, bi wê helwêsta xwe neçar kirin ku bi çavên þik û gûmanê li we, hizir û bûçûnên we binêrin.
We peyama xwe spardiye çend xalan, ezê bi kurtahî þirovekê li ser bikim.
Hun dibêjin em vê peyamê li gor pîverên dîrokî, roþenbîrî û demografî pêþkeþ dikin. Heger hûn bi pîverên dîrokê dixurin, beyî evîna Meleyê Cizîrî bê wate dibe. Heger hun li edebiyatê û romanê dinêrin, yan jî xwe dispêrine felsefeyekê, beyî bîr û hizirên Ehmedê Xanî bê wate dibe. Heger hun xwe dispêrine ristejen û peyva ciwan û nazik, bey evîna Feqiyê Teyran bê wate dibe. Gelo ev ne dîrok û bingehê dîrok, felsefe û edebiyata kurdin wek Eliyê Herîrî û Þêx Reza?
Hun dibêjin soranî ne zarave ye, soranî bûye zimanê hezaran kitêb û bi sedan rojnameyan. Ev raste, lê we statistîk li ser vê gotinê kiriye ku ji gel re diyar bikin û isbat bikin ku kumancî ne zimanê nivîsandin û edebiyatê ye? Gelo esîmîlekirina zimanekî yan zaraveyeke ku bi milyonan kurd pê diaxivin û bi hezaran pirtûk û kovar û rojname pê dihêne nivîsandin, karekê diruste? Karekê mirov û gelperwerane ye? Hun rast dibêjin tirk û ereb dibêjin, we zimanekê drust nîne ji ber ku bi sedan salin ew tirkên þofen û erebên dilreþ zimanê kurdî qedexe û esîmîle dikin lewma. Çima ji bîra we diçe ku esîmîlekirina zimanekî tawaneke mezin e!
”Xerîke soranî debe zimanî fikir û felsefe”. Gelek baþe û em wek kurdên kumancîaxêv jî pê dilxweþ dibin, ji ber ku em bi zimanê kurdî dihesibînin. Lê nayê wê wateyê ku hun vê bikin Heger û daxwaz bikin bi milyonan zaroyên kumancîaxiv bi zimanê dayê nexwînin û pê perwerde nebin. Gelo çima zimanê milyoneha kurdan nebe zimanê ”felsefe û bîrkirdinewey zanistî” heger we bawerî bi pêþkeftin û guhartinê heye?
”Be hezaran zarawey zanistî û miroyî têrjawe” Her kesekê ku hindek haydarî li ser ziman hebe dizane kanê ziman çawe pêþde diçin û zengîn dibin. Heger zimanek li ber esîmîlekirinê be, çi rê û delîve hene wî zimanî geþ bike? Heger perwerdekirin bi ziman neyê kirin dê çawe pêþkeve? Ev siyaseta dagîrkerên Kurdistanê ye. Lê mixabin heta birêzên wekî we jî hewil didin peyva kumancî di risteya xwe de bi kar nehênin û biguherin, wek peyva ”Mirov” dikin ”Miroy” ji ber ku pîta ”V” nebêjin. Ev çawa standardîzekirina zimanê kurdiye?
”Be hokmî waqi´î dîrokî, cografî, siyasî û roþenbîrî”. Li ser pîverê dîrokî me bersiv da. Li ser pîverê cografî jî, em nikarin bi tenê Hewlêrê û Slêmaniyê bi kurd û Kurdistanî bizanin. Ew beþekê biçûk in ji cografiyeke berfirhe û neteweyeke çil milyonî.
”Letkirdinî zimanî kurdî, pert kirdinî kurde”. Hun gazindê ji kar û hizirkirina xwe bikin! Ev pêngava we, pêngava ”letkiridinî kurde”. Ez vê pêngava we bi sîgnaleke xeter û ser ji nû ve perçekirina kurdan dibînim.
”Bem þêweye welamî tirk û ereb dedeyn”. Ne, bi baweriya min hun bi van daxwazî û hewildanên xwe siyaset û meremên wan cêbicê dikin.
”Hokmî dîfakto bo biryarî siyasî tercome bikin”. Baþe mamostayên birêz, ev ”hokmî dîfakto” li ser dadwerî, zanistî, mafên gelê kurd û mafên mirovan hatiye encamdan yan jî li gor mercên dagîrkeran û berjewendiyên kesî li ser Behdînan û tevaya kurdan hatiye sepandin? Li gor ”hokmî dîfakto” pitir ji 20 milyon kurd li bakurê Kurdistanê bi ”hokmî dîfakto” hatine esîmîlekirin. Hun li wê bawerêne ku divê kurd vê qederê qebûl bikin? Edaletek di vî kar û siyasetê de heye? Ev ”hokmî dîfakto” bey îradeya gel çê bûye. Her tiþtekê îradeya gel li ser nebe nayê qebûlkirin. Yên ku ev ”hokmê dîfakto” jî li ser gelê me de sepandine, divê tehemula vê berpirsiyariyê jî bikin û ji encaman jî, ew berpirs in.
”Le roy giramer, rênûs û bekarhênanî giþtiyewe”. Hîç pêwîst nake em ji cudahiya di nav zimanê kurdî de heye, þerim bikin. Cudahiya di navbera van zaraveyan de pir mezin e. Lê heta nuke hemî layen dibêjin ”em kurd in” lewma jî divê zimanjî kurdî be. Heger cudahî bi tenê di nav çend dengên fonêtîkî de hebe, ew ne arîþeye. Diyalektên zimanê kurdî wek diyalektên zimanên dî nîne. Soranî û kumancî hem di warê gramerî de, hem di warê peyv û gotinê de û hem di warê fonetîkê de pir ji hev cuda ne. Zaraveya kumancî bey tesbîtkirina NÊR û MÊ di peyv û ristê de, tu nikarî yek riste bibêjî yan binivîsî. Lê ev meskulin û feminin di soranî de tune ye. Lewma jî ez ne li wê bawerê me ku zimanekê standarizekirî ji van herdû dîalektan çê bibe. Ez bawer dikim mamosta vê rastiyê dizanin lewma hewldana erþîfkirina kumancî didin.
”Zanistî û zimannas pêman delên, ziman bûnewerêkî dîrokî ye”. Berêzan hun ji kerema xwe encamê wan lêkolînên yên zanistî yên ku dibêjin berî zaraveya kumancî bi zaraveya soranî axiftin hatiye kirin, çîrok, metel û serhatî pê hatine gotin?
”Mebestman zimanî Tewfiq Wehbî Beg, Hikometî þêx Mehmod, Komarî Mihabad, Konfransî Mamostayan le Þeqlawe salî 1959, Barzanî Yekem, Partî Demokratî Kurdistan, Beyanî adarî 1970”. Hun rast dibêjin, ev fekterin, lê we hemû ne got. Heger Tewfiq Wehbî rêzman danaye bo soranî, erê Celadet Bedirxan çi karekê giring ji bo zimanê kurdî afirandiye! Hikometa Þêx Mehmod, Komara Mihabad, Partî demokrat, Barzanî yekem inkara kumanciyê nekiriye nej î gotine pêwîste were erþif kirin. Berevajiya wê, hewl dane zimanê kurdî azad bibît ji bo zaroyên kurd jî wekî hemî zaroyên vê cîhanê bi zmanê dayê bixûnin û perwerde bibin.
Gelo Hikometa Þêx Mehmod û Komara Mihbad çend haydarî kumanciyê bûn û çi qas lêkolînên zanistî li ser zimanê kurdî encam dan? ”Barzanî yekem” biryara esîmîlekirina kumancî nedaye. Serkirdayetiya partî demokrat li ser kîjan encamên lêkolînên zanistî li ser kumanciyê biyar dane bo esîmîlekirina kumanciyê? Serkirdayetiya parti demokrat berpirse ji soranîkirina zimanê kurdî û çêkirina ”hokmî dîfakto” û kumancî jî bihê erþifkirin! Kîjan zimannas dikare bibêje ji ber qelsiya kumancî Þêx Mehmud, Barzanî û Qazî giringî nedaye kumanciyê? Gelo ev helwêstên han li ser esasekî zanistî hatibûn wergirtin? Gelo hun bawer dikin ku karekî rewa û zanistiyaneye? hun wek ekademisyen û edîb û ronakbîrên kurd yên vî serdemî bi heman þêwe û bi heman pîver hizir dikin? Komara Mihabad, Þêx Mehmud û Barzanî biryara esîmîlekirin yan jî erþîfkirina kumanciyê nedaye. Heger roþenbîrên berêz ên weke we ji monopola desthelatiya wan jî sûd wergirtibe ji bo meremên navçegerî û soranizmê. Divê îro hun li rastiya zimanê kurdî xwedî derkevin û bi milyonan zaroyên kurd ji perwerdekirina bi zimanê dayikê qedexe nekin.
”Konfransî mamostayan le Þeqlawe salî 1959”. Bi tenê ezê ji mamostayên birêz bipirsim, gelo çima Enwerê Mayî di wê konfransê de bi kumancî gotara xwe pêþkeþ kir? Heman Enwerê Mayî çar salan piþtî hîngê çima canê xwe kire qurbanî wî zimanê hun dixwazin erþîf bikin? Ew jî edîb bû, ew jî zana bû, ew jî ronakbîr bû. Hun ji xwîna van þehîdên mezin jî fedî nakin?
”Hîç wilatêk natwanêt zimanêk be zor le naw berêt”. Li vê derê jî hun rast dibêjin. Hîç desthelatdarek nikare kumanciyê erþîf bike, yan ji nav bibe. Ne desthelata partî demokrat, ne ya þêx Mehmud, ne ya Mihabad, nejî tirk û ereb neþiyan kumancî erþîf bikin û esîmîle bikin. Lewma pêwiste ev hewldana we jî bihê pûçkirin.
”Ewey mirov le bonewerêkî sadewe dekate endamêkî pabendî netewekey, ew xeyal û peywestbûne sîmboliyeye ke le naw ziman da drost debê”. Mala we ava. Erê mamosta berêzekan! Ma bi milyonan zaro û mezinên kirmncîaxiv ”xeyal û peywestbûnên simbolîk” nînin? Ma gelo ew nahizirin? Ma wan jî fentesî , xwezîk û hêvî nînin? Ma nimnima awaza dengê dayika kumancan naçe guhên zarokê di zikî de? Ma gelo fonêtîka zimanê kumancî li ser lêv û mejiyê zaroyê kumanc de çê nabe? Ez bawer nakim hun li ser van meselan baþ rawstabin û hizrên xwe kiribin.
Pîverê dawiyê ”Be erþifkirdinî zarawekanî tir” çi xedrek mezine li zimanê xwe bi xwe dikin! Zimanekê ku pêwistî bi geþkirin û harîkariyê hebît, zimanekê li dijî esîmîlasyonê têkoþîn kiribe, zimanekê bi milyonan kes rojane pê diaxivin û dinivîsin, zimanekê ku bi hezaran þehîd ji bona azadiya wî hatibin dan, zimanê ku xwediyê dastana Mem û Zînê bît di felsefeya Xanî de xetîrek bit, zmanê ku helbestên Melayê Cizîrî û Feqê Teyran himbêz kiribe, bi çi awayekî nahêt ”erþîfkirin”.
Giringiya zimanê daykê ji aliyê zimannas û zanista werara zaroy û peþkeftina psikolojiya mirovî bi þêweyekî giþtî ji aliyê lêkolînên zanistî ve hatiye diyarkirin. Ez dixwazim hindek serkaniyên zanistî ji ”akademisyenên” nav birî re bidim xuyakirin. Avabûn û çawaniya kesayetiya mirovan girêdayî îmkan û radeya bikaranîna zimanê dayê (zikmakî) ye û perwerdekirina bi zimanê dayê ye. Heta roja me ya îro jî çi lêkolînên din li ser ziman û pêþketina zaroy bi zimanê dayê berûvajiya wê encam nedane. Lewma em dikarin bi þêweyekî giþtî û bi kinahî giringiya perwerdekirina bi zimanê dayê li gorî pispor û akademisyenên ziman, pedagogiyê û psikolojiyê bêxin ber çavên xwendevanên birê û her pêncûsê mamostayên ku daxwaza erþîfkirina kurmanciyê kirine.
Lêkolîner Arnsberg li gor lêkolînên ku berî salên 1980 û destpêka salên 1980 di pirtûka xwe de (1984) diyar dike; "Zimanê dayê dû layenên xwe yên giring hene. Layenê yekem; ziman wek enstrumenteke zanîn û zanabûnêye. Ya duwem jî simbola nasnameya miroviye. Li gor wî zimanê dayikê, dihê wateya bersivdayina ”kîme ez û ji ku derê me”. Her weha ji bo gelek kulturên etnîkî jî zimanê dayê giringtirîn hebûne bo xwe naskirinê".
Arnsberg dibêje; ”Heger milletek zimanê xwe ji dest bide, nikare taybetmendiya hebûna xwe biparêze”.
Akademisyen û pisporê zana Hyltenstam 1998, di pertûka xwe de li ser ziman û bikarînana zimanê dayê weha dinivîse ”Þarezabûn li ser ziman û bikarînana zimanê dayê mercekî bingehîne bo ku takekes bikaribe rolekî çalak di civakê de bileyze".
Invandrarverket (Dayreya biyaniyan) li welatê Swêd di raporta xwe ya sala 1984 de li gor lêkolînên ku berî wî demî jî hatibûn kirin, dibêje; ”Zimanê dayê dibe fekterekî giring ji bo bi xwe bawerbûnê û bi xwe pêgahandinê".
Li gor raporta Kansiliya Hikumeta Swêdî sala 2001 li ser bingehê lêkolînên pisporan û kesên zana, dibêje; ”Hatiye îsbatkirin ku pir pêwîste giringî bi zimanê dayê bihê dayin”. Herweha dibêje ku ”têkelî û hizirkirina her mirovekî ji þarezabûna li ser zimanê dayê tê, jiber ku zimanê dayê helgirê keltûr û zanabûnê ye”.
Agnetha Lindh-Munther 1994, li ser lêkolîn û dîtinên zanayên ziman û psikolojî weha dibêje; ”Zimanê dayê taybetmendiyên her kulturekî derdixe pêþ. Zimanê dayê reh û rîþalên hebûna her mirovekî nîþan dide. Nasnameya neteweybûna her kesekî û her civakekê diyar dike. Hebûna çînayetî, navçeyî û regionê dihê naskirin. Her weha mêyatî û nêratî, xwendin û pîþe dihêne naskirin bi riya zimanê dayê. Zimanê dayê nasnameya kesî li her cihekî be derdixe holê". Wate bikaranîna zimanê dayê wateya bikaranîna kulturekî ye. Lindh dewam dike û dibêje; "Hizirkirin û zanebûn di çarçoveya zimanê her gelekî û kultura wî de dihê xurtkirin û pêþxistin. Peyv û wêjeyên ku di her taybetmendiyeke di civakê de heye û dihê gotin, ji kultur û zimanên dayê çêdibin. Çawan çivak û kaltur dihên guhartin, wasan jî ziman dihên gohartin. Têgeheþtin û hevgirêdana mirovan di nava her civakekê de ji wî zimanê zikmakî çê dibe" (Ladberg 2000).
Li gor lekolîneke hevpiþk, çend zanayan ji wan jî Nitz (1995) li Emrîka li ser zarokên Puetro Ricos encam derxistine û dibêje ”Fêrbûna zimanê dayê li cem wan giringtirin fekter bû bo pêþveçûna wan li dibistanê".
Heyman (1990) waha diyar dike; "Dema îmkan ji zaroy re nebe bi zimanê dayê biaxive, bixwîne û binivîsîne, wê demê hest dike ku ji aliyên kesên dî ve rê lê hatiye girtin û tûþî rewþeke dêprasyonê dibe. Ev rewþa ne baþ kartêkirineke xerab li ser psikolojiya dayik û baban jî dike".
Li gor Heyman, mirovên ku rê li zimanê wan yê dayê tê girtin hest dikin ku ew mirovên pileya duwemin.
Ladberg (2000) giringiya zimanên dayê waha rêz dike; ”Ji aliyê hestî ve (emotinall) dihê wateya tenahiya mirovî ku bikaribe bi rihetî hest, hizir û ditinên xwa der bibire. Her weha û bi heman þêwe kesen derdora wê jî bi heman þêwe fam dikin. Ji aliyê sosyal ve tê wateya giringîdan û guhdarîkirin li wî zimanî, dihê wateya lê xwedî derketin bi nirx û bûha dihê zanîn".
Ji aliyê entelektuwêl de zimanê dayê pir giringe, çinkî hizirkirina zarokî dikare bi þêweyekê zelal û bê asteng dihê bikaranîn. Zaroyê ku nikaribe zimanê dayê yê ku ji wî fêm dike u dizane bi kar bihîne, îmkanên wî ji bo hizirkirin, têkelî û fêrbûnê bi þêweyekê giþtî pir kêm dibin”.
Borevi (2002), dibêje; ”Lêkolînên zanistî li ser zimanê dayê diyar kirine ku her zaroyê rê lê bihê girtin bo bikaranîna zimanê dayê (zikmakî) di warê fêrbûnê de nikare bi azadî kultura xwa jî helbijêre. Ew dîsan dibêje pêþkeftinên kesî di warê pêdagojiyê û psikolojiyê de li ser pêþkeftinên zimanê dayê diminin".
Skolverket (2000), giringiya zimanê dayê waha derdixe; "Zimanê dayê pir giringe ji bo nasnameya kesî û nasnameya kultûrî. Her weha ji bo pêþkeftinên entelektuwêlî û emotinall pir giringe. Bikaranîna zimanê dayê zanabûn û zîrekî li cem zarokî bilind dibe. Her waha xwa naskirin pêþ dikeve û hestên kesî zelal û geþ dibin. Zimanê dayê kilîla zindihêlana wîrasya kulturiye. Zimanê dayê wergerandina rastiya derdora miroviyê.
Zimanê dayê dibe egera beþdarîkirin û bihevrebûnê. Zimanê dayê bingeha fêrbûna zimanên dî ye. Hemû fêrbûnek bingeha xwe ji zimanê dayê digire. Zimanê dayê dibe bingeha famkirina kulturên cuda”.
Li gor Heyman (1990), zimanê dayê dihê wateya beþdarbûna hestkirineka kûr (emotionell) di kulturê her zaroy de her di temenê savayî de.
Ez neçar dibim ku vê peyama van 53 roþenbîr, nivîser û akademisyenên kurd bi van gotinan binirxînim:
Ev helwestek siyasiye li beramber zaraveya sereke ya zimanê kurdî. Piraniya kurdan bi vî zaravey diaxivin û dinivîsînin.
Encamê dabrîn û þerên kurdkujiyê di navber partî û yekitî de bi dirêjahiya salan.
Ev peyame li ser bingihekî zanistî û netewayetî nehatiye derxistin.
Hîvîdarim hun yên ev peyame imza kirine carek din li ser bihizirin û rewþa neteweya kurd û hemû zaroyên kurd bêxin ber çavan.
Ez bawer dikim ku hikumeta kurdî û perlemanê Kurdistanê û serokatiya herêmê biryara ”erþîfkirina” zimanê piraniya kurdan nadin.
Pêþniyar
Bila qonaxa seretayi û navincî li deverên soran bi soranî be û li deverên Badînan û ciyê bi kumancî diaxivin bi kurmancî be. Li qonaxa amadeyi, bo soran programek icbarî bo fêrbûna kumancî hebe û bo kumancan jî programek soranî hebe. Li unîversiteyê her du zarave dikarin bihêne bikaranîn ji bo beþê edebî û mirovî. Ji bo beþên zanistî her li qunaxa amadeyî yan jî baþtir, her ji seretayî bila hemû bi zimanê englîzî be. Bi vi awayî her du zarave pêþdikevin û zimanê zanistê jî dibe engilîzî.
Referens:
Arntberg, Karl-Olov (Red, 1984). Kultur och etnicitet. Att ta emot flyktingar. En antologi om flyktingar. Norrköping.
Borevi, Karin (2002). Välfärdsstaten i det mångkulturella Samhället. Statensvetenskapliga föreningen. Uppsala universitet.
Heyman, Anna –Greta (1990). Invandra kulturer och invandrarkulturer. (Tredje upplagan). Almqvist & Wiksell.
Hyltenstam, Kenneth (1998). Att undervisa elever med svenska som andra språk. Ett referens material. (Andra omarbetade upplagan). Skolverket. Stockholm. Liber.
Justitiedepartimentet (2001). Rösträtten 80 år. Forskar antologi. Regeringsknsliets årsbok 2000.
Lahdenperä, Pirjo (1999). Från monokulturell till interkulturell pedagogisk forskning. Utbildning och Demokrati. Tidskrift för didaktik och utbildningspolitik nr. 3/99.
Ladberg , Gunilla (2000). Tala många språk. (Andra upplagan). Stockholm. Carlsson.
Lindh-Munther, Agneta (1994). Socialisationsprocesser. Ett utkast. Institutionen för lärarutbildningUppsala universitet.
Mayi Nazif (2002). Kurdiska ungdomars integration i det svenska samhället. Institutionn för lärrutbildning C,D uppsatser. Uppsala universitet.
Nitza, M.Hidalgo (Red, 1995). Research on Families, Schools, And Communities. A Multicultural Perspective. Handbok of Research on Multicultural Education. New York. Simon & Schuster Macmillan.
Nyberg Eva (1993). Barnfamiljens migration. Familjens relationer i en förändrad livssituation. Pedagogiska institutionen . Stockholms universitet.
Skolverket (2000). Grundskolans kursplaner och betygskriterier.
Statens Invandrarverk (1984). Att ta emot flyktingar. Norrköping.
Strandberg, Ingvar & Runblom Harald (1988). Det mångkulturella Sverige. En handbok om etniska grupper och minoriteter. Centrum för multietniska forskning vid Uppsala universitet. Gidlunds Bokförlag. |