Nihênî jibîr bu    Endamtiya nu       Email:      Nihênî:     
Di pêşbirka gokê ya cîhanî de Ispanya Elmanya dorand iPhone- Teknîka pêşketî ya serdemê Radyo Kurd FM vebû Îna tarî - Ahmet Altan Vexwendina Ji bo Konsera Kurdî li Frankfurtê Şiroveyên we ji bo pêvajoyê Di pêşbirka Muzîkê de Norwec bu yekem Li Şemrexa ser bi Mêrdînê 41 kes hatin kuştin Pirtuka Matematîkê ya Kurdî derket Li Kurdistanê Partiya Kurdan bi ser ket Li Tirkiyê hilbijartinên şaredariyê Li Amedê Milyonek Kurdî Newroz pîroz kir Newroz Li Bonnê Pîrozbahiyên Newrozê Celal Talabanî li Tirkiyeyê ye Peyama serokatiya herêma Kurdistan
   Nuçe
   Şirove
   Çand û Huner
   Helbest/Helbestvan
   Kurd û Kurdistan
   Hevpeyvîn
   Pirtûk
   Zimanê Kurdî
   Nivîsên Serbest
   Navdarên Kurd
   Computer/Internet
   Videoyên Hilbijartî
   Şûnwar
   Leyistok/Yarî
   Wênexane
   Têkilî
   Forum
Li tevayî naveroka malperê bigere
 
HEVPEYVîN

Mizgîn Tahir
Malbata min malbateke hunermend e. Birayê min ê mezin li cimbûşê dixîne, navê wî Remezan Omerî ye, ku dengê wî gelek î xweş e. Birayê min ê din li biskê dixîne,
MIJARÊN PIR HATî XWENDIN

TV yên Kurdî





 

 
  Bavê Nazê
 
 

Ber bi zimanekî yekbuyî ve

 

 

Amadekar: Bavê Nazê

 

Derwaze (pêşek(

 

Guman tê de nîne ku pirsa jêdera zimanî, pêşketin û rûniştina wî, bi pirsa çêbûna mirovî ve girêdayiye. Ji ber ku her endamên laşên mirovî rûniştinek bi wan re çê bû weha jî rûniştin di dilêma (erk) wan de jî, peyda bû. Ev jî dihê wê watayê, çawa dîroka werarbûna mirovî vedigere bi milyon salan, weha jî zimanê wî.

Aya zimanê mirovan, di wê demê de, çawa bû? Berî her tiştî ew bi erkê hebûna jiyanê, radibû. Helbet, ev têgeheştin û dan û standina bi riya zimanî pir pirîmîtîv (destpêkî) bû, çawa zarok, di dema me de, zanîna xwe bi riya"jêst" (dest nîşan) û gotinên bêyî ku bibin riste, distînin, weha jî, mirovê qunaxa pêşîn zanîna xwe ji piraktîka jiyana xwe werdigirt. Vêca jêst û pêk ve deng wesîlên (alav) têgehiştinê bûn. Ne bi derewa  heta roja îro, em pirê caran axivtinên xwe, bi îşaretên dest, çav û dêmê xwe dikin. Her yek ji me, dişê gelek nimûnan di vî warî de bibîne. Hindek ji wan: Dema em dibêjîn (hiş) em tiliya xwe datînin  ser lêvên xwe û gelek caran bi riya çavşkênandinê, hezkirinê dest pê kiriye û carina jî bûye sedema kuştinê.

Heger ji bo me, noka"jêst" rola sereke di axivtinê de nalîze, lê ji bo mirovê berê rola xwe pir giring bû. Lê belê, kengî lêvên mirovî hatin ser hev, hesanîyek bi lêvikirina deng û bêjeyan re çê bû. Evê jî hîşt, gotin derbasî ristê bibe û ziman ji deng û jêstan derbasî axavtinê bibe. Lê heta ku mirov gihişte vê radeyê, qunaxeke dirêj kişand.

Pêşketina ziman û zaravan, di qunaxên dîrokî yên curbecur de

Ji ber ku her komek ji bavikên me yên berê, ji hev cudabûn û pêwendî di nav wan de, pir lawaz bûn, hişt ku cudabûn di zimanê wan de, çê bibe. Heta ew cudabûn di zimanê wan komên ku cîranên hev bûn jî, peyda bûn. Ji ber vê çendê jî, zimanê du eşîran û bêtir, ku li ser xakekê dijiyan, tevî  nêzîkbûna wan ji hev re, lê dûrbûnek jî hebû. Lê kengî, dan û standin xurtir bû û jindayîn di navbera wan de çê bû, êdî kartêkirina ziman li ser hev diyar bû. Erê rewşa ji aliyekê kêm pêwendî û ji aliyekî din ve, nêzîkbûn, hişt dû haletên çêbûna zimanî peyda bibin. Ev pirosêsa pêşketina du aliyên dijber, hişt bandora (kartêkirin) xwe li dabeşkirin û yekitiya zimanan bike.

            Em ê nûka li sîstêma dabeşkirina zimanekî, li ser çend zarav û zimanan temaşe bikin. Lê belê, gerek bihête gotin, ev diyarde di du qunaxan û navberekê re, derbas dibe:

 


Ji vê sîstemê em têdigehên û dibînîn ku rojekê ji rojan zimanek bû çend diyalêkt û li dûv re, her diyalêktek ji van diyalêktan bû zimanekî serbixwe. Erê ev zarav bûn zimanên serbixwe, lê belê diyardeyên wekhev xwe di van zimanan de, heta dawî xwe parastin, lewma jî malbatên zimanan peyda bûn. Wek nimûne; malbata zimanê îranî (farisî, kurdî, peştu, tajîkî) malbata zimanê siloviyanî (rusî, bulgarî, çîkî, polonî)

Gerek em bibêjin sedema peydabûna çend zimanan, di bin sîwana malbatekê de, ji ber wekhevî û nêzîkbûn di warê fonetîk, sîmatîk û morfolojî de ye. Mixabin, ji ber ku zaravên zimanê kurdî îro, di van waran de, wekhevî heye lê cudabûn jî peyda bûye ku dihêle pirê caran, em ji hev tênegehin.

Heger di haletê yekê de, ji zimanekî çend ziman çê bûne, lê di haletê dûyê de, ji çend diyalêkt û zimanan, zimanek hatiye hole. Eve jî, bi riya wê yekê ku zimanê rêveberan  jî, zaravê herî rûniştî û xwedî desthelate. Zaravên eynî zimanî yan jî zimanên eynî malbatê, di xwe de dihelîne. Ev jî bi vî şêweyî ye: 

 

 

 

Di dîroka zimanan de, ev her du halet peyda bûne û berdewamî jî guhartin, di zimanan de çê bûne û her dem jî yek bi rola kartêkirinê radibe û yek dikeve  bin vê kartêkirinê.

Diyare, ev kesên ku îro doza helandina hemû zaravên kurdî, di çarçeva zaravê soranî de, dikin, hîn di bin kartêkirina van diyardeyên dîrokî de mane. Ji ber ku çawa qunax, weha jî rewşa gelê kurd û taybetiyên van zaravan nahêlin ev diyarda helandinê, ciyê xwe di zimanê me de bigire.

Gerek em bibêjin ku pêşketina ziman, her dem qedera gelê ku bi vî zimanî hizir dike û diaxive, girêdayiye. Ji xwe, kengî civaka bê çîn, derbasî civaka bi çîn bû, çawa guhartin di rabûn û rûniştina civakê de çê bû, weha jî guhartin di rewşa ziman de jî peyda bû.

Ji şûna zimanê êlî (eşîrî) yan çend koman, zimanê gelêrî dihête meydanê. Û peydabûna zaravan, di zimanê  milletekî de, li ser bingehê wan zaravên ku di eşîretê de, hebûn, di paşerojê de bûne cihê rûniştinê. Lê belê, sînorên îdarî ji bo zimanî, bi xaka xwe ve firehtir bû û kesên ku li ser dijiyan û diaxivin pirtir bûn. Ji ber vê çendê, carina weha dibû ku ev zimanê gelêrî dibû zimanê têkeliyan, çi di navbera çend zaravan de û çi di navbera çend zimanan de. Ev diyarde li Hindê û li Rojavaya Efirîqayê dihête dîtin.

Tiştekî aşkiraye, çêbûn û belavbûna nivîsînê, hişt ku zimanê nivîsandinê çê bibe, lê ji ber pirbûna kesên nexwendewar, hişt ku ev ziman (zimanê nivîsandinê) di çarçevek teng de bimîne. Li gora vê rewşê, civak dabeşî ser kesên xwendewar (kupir hindik bûn) û kesên ne xwendewar (ku gelek bûn). Bi xwe, li Ewropa zanyarên ayinî ku bi dêrê ve, girêdayî bûn û li Rojhelata Navîn kesên mela, şêx û feqe ku ciyê wan mizgeft û hucre bûn ji nivşên xwendewar bûn, evê jî hişt, pisporiyek teng di warê xwendin û nivîsandinê de, çê bibe. Ji xwe, zimanê nivîsînê kevneperestiyeke xwe hebû û ev jî ji ber normên (pîvandin) xwe yên teng ku pêwîst bû li gora wan xwendin û nivîsandin çê biba, dihat. Evê jî hişt zimanê gel bi riya xwe de here û yê nivîsînê bi riyeke din. Ev her du riyên ji hev cuda her ku pêşve diçûn, dûrbûnek xiste di navbera wan de. Di vî warî de nimûna zimanê latînî nimûneka berçave. Zimanê nivîsandin û axivtinê yê latînî gelek ji hev dû cuda bûn û di zimanê erebî de jî, ev cudabûn heta roja îro berdewame.

            Em pê dizanin ku ne her neteweyek zimanê xwe yê edebî hebû û pirê caran, zimanê dagîrkeran jê re, dibû yê fermî û zimanê neteweyî dihate qedexekirin. (nimûna zimanê kurdî berçave). Û carna weha dibû, ku zimanê pêşkeftî û rûniştî ji bo neteweyên din, dibû zimanê edebî û heta fermî. Ji xwe nimûna zimanê latînî li Ewropa, di heyamê serdema navîn de, ku ji bo piraniya gelên ewropî , bibû zimanê edebî. Weha jî,  ji me nase ku zimanê erebî li welatên Rojhelata Navîn bi rola zimanê edebî radibû. Lê belê dûre, her neteweyek zimanê xwe, ji xwe re kire zimanê edebî û yê fermî. Lê haletin di dîrokê de, hene  ku neteweyek dibû xwedî du zimanên edebî û bêtir. Nimûna zimanê nerwîjî ji sedsala 14 heta 19-ê ji 1397 heta 1814 zimanekî qedexekirî bû û zimanê danîmarkî ji bo wî yê fermî û yê edebî bû. Niha jî, zimanê nerwêjî zimanekî serbixweye dû zimanên xwe yên edebî hene.

            Di hindek haletan de, li gel hindek netewan, zimanê ayînî dibe yê fermî û ede-bî. Di vê derê de pirbûna hejmara kesan ku bi vî zimanî diaxivin ne merce . Zimanê ordu li Paksstanê ji vê diyardê re, dibe nimûne. Hejmara kesên ku bi vî zimanî diaxivin 7% ji rûniştivanên Pakistanê ne. Haleteke din jî, heye ku pir bi kar hatiye ev jî, hebûna du zimanên fermî li welatekî. Zimanek yê dagîrkeraye û yek jî yê netewe- yiye, ew welatên ku di bin destên Ferensa, Portogal û Engeltera de bûn, heta noke piraniya wan du zimanan bi kar dihînin. Li Hindê zimanê hindî û yê enigilîzî fermî ne û li Morîtaniya zimanê ferensî û yê erebî fermî ne.

            Wekû em dibînin, ev diyardeyên curbecur di dîroka zimanan de, li gora rewşa welatan ya civakî, siyasî û parçebûna cografî peyda bûne. Weku bersiva vê parçebûnê hewildana ku zimanekî cîhanî bihête afirandin, çê bû. Em pê dizanîn ev ziman bi îspiranto dihat nimandin û li gel ku gelek xebat ji bo wî çêbû, lê her ciyê xwe negirt, ji ber ku destkird bû û ew zimanê nivîsînê ku biçûkanî, axaftin pê ne be, wê çi caran dûr neçe . Weha jî, wê çi carî zaravek, ji zaravên zimanekî rane be, heger zaravê zikmakî  be. Ji ber vê çendê jî, heger hat û soranî ji bo herêma Behdînan bibe zimanekî fermî jî, dê her zaravê kurmanciya jorî bimîne.

Û rastiyek din jî heye, çi qunaxeke dîrokî ku heye, bi sedan ziman winda bûne. weku nimûne: Di qunaxa desthelata Sovyetî de, erê zimanên gelek netewan geş bûn, lê 93 ziman jî winda bûn. Û noke tête gotin ku  di paşerojê de, wê hîn pêtir li cîhanê ziman bimirin.

Di vê deryaya diyardan de, ji bo zimanan, zimanê kurdî di bin kîjan xalan de,derbas dibe? Berî her tiştî, gerek em bêjin ku zimanê me, bi rewş û teybetiyên xwe, ji rewşa zimanên hemû dunyayê cudaye. Zimanekî qedexekirî, bi dehan milyon kes pê diaxivin û bêyî ku dewleta xwe hebe, hebûna xwe dest pê kir bû. Wê kes bawer neke, çawa zimanek qedexe kiriye, lê di eynî wextê de, zimanê wî yê edebî heye, erê, ji bê mentiqiyê mentiq çê nabe, lê kurdan çê kir. Erê, dewleta me heta noke nîne, lê tevî weha jî pirosêsa zimanê me yê edebî ev bûye sê sedsal dest bi hebûna xwe kiriye û heta noke berdewame. Ez dibêjim berdewame, ji ber ku heta niha hemû normên (pîver) edebî bi temametî, di zimanê me de, ciyên xwe negirtine. Mebesta me bi vê axaftinê, zaravê kirmanciye, ji ber ku rewşa zaravê soranî ji rewşa zaravê kirmancî cudaye û heta em dişên bibêjin ku rûniştinek ji zimanê edebî ji zaravê soranî çêbûye.Û bi taybet ew gelekî  piştî peymana azara 1970-ê bi pêş de çû û li pey  serihildana 1991-ê heta roja îro berdewame.. Gerek em  bêjin ku bi çûna rewşenbîrên kurdên ku zaravê wan yê kurmanciye, ji bo Ewropa haletek taybet anî holê, ji encama xebata van kesan û xebata Celadet di "Hewarê" de, hindek pîvanên zimanê edebî, di vî zaravî de, ciyên xwe girtin.

Weku em dibînin, qedera vî zaravî bi kesên rewşenbîrên mişext girêdayî bû, çawa hebûna xwe, ji rojnama "Kurdistanê" û dûre ji govara "Hewarê" dest pê kir û heta niha li Ewropa berdewame. Lê belê, gerek bihête destnîşankirin ku piştî rewşa Kurdistana başûr ya azad ji sala 1991 heta niha, rewşenbîrên kurd yên herêma Behdînan gavên nuh, di meydana zimanê edebî de, ji bo zaravê kurmancî avêtine. Heger hat û xebata li Kurdistana azad, li gel xebata rewşenbîrên parçeyên din pêk ve çêbibe, bêguman, dê zaravê kurmancî bibe cihê rûniştinê.

Ji xwe, ji ber vê rewşa nerûniştî, hindek rewşenbîrên kurd ku zaravê wan yê soraniye, deng birin xwe û doza yek zimanî kirin. Pêşî, di bin navê sormancî xwestin zaravên kurdî bixin bin sîwana (sîbera) zaravê soranî û noka jî bi dengekî bilind doza rakirina hemû zaravan dikin û şûna wan zimanekî yekbûyî deynin. Di nerîna wan de, zimanê yekbûyî zaravê soranî bi xwe ye. Ev jî, bi hiceta ku ev zarav, ji hemû zaravên din pêşkeftîtire û li Kurdistana İraqê, zimanê fermiye. Bi vê yekê, ji bilî arîşên ku di zimanê me de hebûn, arîşên din yên dijwar peyda kirin.

Gerek em aşkira bibêjin, ji bo çareserkirina vê arîşê û rûniştina zimanê me, du rê li pêşiya me hene:Yek hesane, yek jî aloz û dijware. Riya hesan ku bi fermaneke leşkerî û biryarek siyasî ve, girêdaye û ya dûyemîn jî, zanyarî dihête xwestin. Ji xwe, ev kongira 22 heta 24-ê gulanê 2007 ku li Hewlêrê, li darketi bû, nerîna fermî, riya pêşîn dabû ber xwe. Û li gel nêrînên curbecur yên cewherî, her hewildan dibû  ku zaravê soranî, bibe zimanekî fermî, ji bo hemû kurdan. Li vir,  nerîna fermî ya vê kongirê balkêşiya xwe heye û ez dibêjim dê baş be, heger em piçekî jê pêşkêşî we bikin. Emê, ji nerîna wezareta perwerdê, ku li ser zimanê wezîrî hatiye gotin, dest pê bikin. Li ser pirsa nûçevanê "Sewt Elaxer": " hindek doz û xwestek hene ku warê hîndekirinê (perwerdekirinê) hemû zarav bibin yek ; aya li gel wezaretê çi pirojeyên taybet, di vî warî de hene"

            Cenabê wezîrê perwerdê Dilşad Ebdilrihman weha bersva xwe dabû: "di salên heftêyan de, di sedsala bûrî de, li dev pisporên zimanî baweriyek peyda bû ku pêwistî bi tevlihevkirina (têkelkirina) her dû zaravên serekî heye. Lê li gel hewildanê jî, em negehiştîne encamekê ku kurdên Kurdistana İraqê, bi zimanekî binivîsînin.

Noke jî, hindek nêrînên curebecur, di vî warî de dihêne pêşkêşkirin, em jî weku wezareta perwerdê ya hukumeta herêma Kurdistanê, bi rêzdarî û bi kûratî û ji dil nêzîkî van nêrînan dibin. Em layenên negetîv û pozetîv di wan de, diyar dikin. Lê pêwiste, em ji bîr nekin ku çi gavavêtin yan jî biryarstandin, pêdiviyeke xwe bi lihevhatin û biryareke siyasî û qanûnekê ku li perlemana Kurdistanê derê, heye". (Sewt elaxer-hejmar (144), 9  gulan 2007.)

Diyare, ev kongira wezaretê ku dawiya meha gulanê li Hewlêrê, li darketi bû, ji bo biryareke fermî û dûre li perlemanî şêweya xwe ya yasayî bistîne. Heger,  ji bo vê armancê, ev kongire li darketi bû, êdî çima ev nêrînên çewt û dûrî zanyariyê, li hola kongirê bibûn nîv fermî? Bi xwe, ji bo min nerîna wezîrê perwerdê li gel şanda Duhokê, ji bo zimanê yekbûyî yan jî fermî balkêşe. Ew bi awakî vekirî, xwesteka ku zaravê soranî bibe alternatîv ji kirmanciya jorê re,  anî ser ziman. Aya, ne ji ber piştgiriya wezîrî ev nerînên xwarê di kongirê de, hatin gotin? De em bixwînin: "ew kesê ku Kurdistan parçe kir, îro jî zimanê kurdî parçe dike". dêna xwe bidin vê dîmagogiyê, ev kî ziman parçe dike?  Li gora vê nerînê, hema bêje ji Cezîrî, Xanî û ta bigihê Celadet hemû hevalên dagîrkerane,  ji ber ku bi zimanê kurmancî afirandinên xwe kirîne.

Di wexta xwe de, hindek siyasetmendên me hebûn ku xebata siyasî, ne di bin sîwana wan de ba, weku  xiyanet  dihate hejmartin. Çawa xwediyê vê îdolojiya siyasî, ne dirust bûn, weha jî ew zanyarên ku dixwazin zaravê xwe bisepînin, ne dirustin. Heger siyasetmend,  ji bo armanca xwe ya siyasî her tiştî,  ji xwe re helal dikin, dihête famkirin, lê nahête efukirin. Lê mirovê zanyar, bide ser eynî şopê, ne dihête famkirin û ne jî dihête biraetkirin. Evca çare çiye? Ya rast arîşe çine? Berî çareseriyê gerek em arîşê destnîşan bikin û em ê li vê derê bi firehî herin pirsê.

            Çi cara ku min dest bi seeta pêşîn ji wana zimanê kurdî dikir, min bi vê pirsiyarê rê dida axiftina xwe: "aya ew çiye, ew tiştê herî aloz û cwan ku mirov afirandiye?" ji xwe bersiva pirsiyarê diyar e; zimane. Ji ber vê alozî û ciwaniya xwe, ziman her dem doza çavdêriyê dike. Heger ev nebe, dê gelek arîşe peyda bibin. Helbet, zimanê kurdî di vî warî de, ne awerteye. Berûvajî, ji ber rewşa parçebûna cografiya siyasî ya welatê me û pirbûna zaravên me yên siruştî, zimanê me bûye xwedî arîşeyên mezin û pêşiya çareserkirinê, asteng û kelem peyda kirine.Lê  tevî weha jî, em pirê caran, bi çavên sivik li van arîşên giran dinerin. Em geh bi xemsarî û geh jî, bi nezanî li paşeroj û rewşa zimanê xwe dinêrin.

Erê, heta roja îro komîtek ji zimanzanên hemû zaravan ne hatiye damezirandin. Xemsariyek û nezaniye, dema em yekitiya zimanê xwe, bi zaravekî girê didin, an jî bi têkelkirina wan zaravan bi hev re. Ew kesên ku weha hizir dikin, ji bîr dikin ku yekitiya zimanekî, bi yekitiya erk û mercên zimanê edebî ve girêdayiye. Erkê yekemîn, ji bo hebûna zimanê edebî, elfebaya yekbûyiye. Rêziman, gava dûyemîne û ferheng ya sêyemîne. Ji xwe, ev her sê erk dihêlin ku zimanê edebî bihête avakirin.Û piştî van erkan, êdî pîvanên standard çê dibin. De em van norman, bi bîra xwe bînin:

1- Rênivîsa standard.

2- Morfolojiyeke rûniştî.

3- Pîvanên sîntaksêsî.

4- Sitîlê rûniştî .

5- Bi lêvkirina peyvê. 

Heger hat û em zaravên zimanê xwe, bi awakî alavî bixin bin sîwana zaravekî, yan jî wan bi hev re, têkel bikin, wê normek jî,  ji van normên navlêkirî (destnîşankirî) ciyê xwe di zimanê me de ne gire. Lê ku hat û em serhişkiyê bikin û hemû zaravên xwe bixin bin sîwana zaravê soranî, berî her tiştî emê ciwaniya zimanekî winda bikin. Ji ber ku ziman dibe bê pîvan û dê tevliheviyê di watayê de peyda bike, êdî ji bo çi ev nezanîn di warê zanyariyê de?

Erê, yekbûna zimanekî ji bo neteweyekê, yek ji wan tiştên pîroze û çi rewşenbîrê ku heye, pêwîste li defa hewarê bide, dema destdirêjiya vê pîrozbahiyê bibe. Lê ku merc, ji bo vê yekbûnê nebe, gerek em ji bo çareserkirinê, bikevin geriyan û rêdîtinê. Rêdîtinek li ser bingehê zanyariyê.

Li vê derê, ezê rewşa alozî û astengên ku zimanê me tê re derbas dibe, destnîşan bikim û tenê li ser du waran rawestim:

            1-Parçebûna welatê me ya cografiya siyasî.

2-Pirbûna zaravan, di zimanê me de û dûrbûna normên rêzimanî,  di van zaravan de.

            Em pê dizanin ku yek ji sedemên giring  yên peydabûna zaravan, sedemên cografî û civakî ne û hemî zimanên cîhanê, bi vê şêweyê yan bi şêweyekî din, tê re derbas bûne.  Helbet, zimanê me ne awerte ye, berûvajî, cografiya me ya dijwar ku pir çiya û gelîne, hişt ku pêwendî, di nav gundekî ji bo gundekî din, dijwariyên xwe hebin, lê kengî sînorên siyasî hatin danîn û welatê me bû çar parçe, êdî pêwendî di nav kurdan de, aloztir û dijwartir bûn. Ji ber vê çendê, ji bilî zaravan, devok jî pirtir bûn. Evê jî hişt ku zimanê me nikaribe, bi erkê xwe yê wesîla têgehiştinê weku tê xwestin, rabe. Loma jî, pirê caran netêgeheştina di navbera kurdan de, zimanê dijmin dibû wesîla têgehiştinê. Ji xwe, ev netêgeheştina kurdên parçekî, ji kurdên parçeyekî din, bû egera ku dijminên me propaganda xwe bikin û bibêjin ku zimanê kurdî nîne. Bingehê vê gotinê ew bû, dema du kes ji neteweyekê, bi zimanekî biaxivin û ji hev tênegehin, êdî pirsa du zimanan dihête holê. Helbet, ev yek ji bo kurdan êşe û ne dûre ji ber vê êşê jî, bê hizir axavtin çê dibû ku pêwiste em zimanê xwe, bikin yek. Ev xwestek û doz ji dilpakiyê bû, lê bêyî bingehekî zanyarî bû. Ji ber ku yekitiya zimanê pir zarav û welatekî parçebûyî, aşope.

            Ji bilî sedemên cografiya siyasî  ku bûne asteng û ketine pêşiya nêzîkbûna zaravên zimanê me, pirbûna zaravan jî, astengeke. Loma jî, pêwistiyeke  xwe, bi ravekirinê heye. Ya rast, gerek em ji hev re, bibêjin pirbûna zaravan arîşek mezine û gelek tevliheviyê bi xwe re tîne, lê kengî em, bidin ser riya rast, ji bo çareserkirina vê arîşê, em dişên arîşa pirbûna zaravan, bikin fakterên alîkar, ji  bo dewlemendiya ferhenga zimanê xwe. Nuha tiştekî eşkere ye ku em neşên zimanê xwe, di rewşek bê çare de, bihêlin û weha jî, eşkere ye ku Kurdistana Iraqê, dê bi rola sereke bi çareserkirina vê pirsê rabe. Ji xwe, ji ber vê çendê jî, zimannasên vî parçeyî maf didin xwe, biryara çareserkirinê, bi xwe ve, girê bidin û ji ber vê çendê jî, ew rola sereke didin zaravê soranî. Lê ew ji bîr dikin  ku heta herêma Behdînan, vê yekê pesen bike, ev biryarstandin, wê hukmê xwe li Bakur, Rojhelat  û Rojavayî welatî neke.

Weku em dibînîn , heger hat û li Kurdistana Iraqê, zaravê soranî bû zimanekî fermî, lê dê her zimanê me, nebe yê yekbûyî. Evca,  ji ber çi , ev şing-şing û tevlihevî? Bi tenê bersivek heye, ji ber nezanînê ye, yan jî, ji ber nedilpaqijyêye. Û em pê dizanin, riya nezanînê ber bi tariyatiyê ve  diçe û di tarityê de, dijmin dişê lîstikên xwe bike. Û ji me nase ku rejîma turkî, di hundirê pêncî salan de, bi riyên dîrekt û endîrekt fişar li Kurdistana Iraqê dikir û dike û heta li desthelata iraqî jî dikir, da ku elifbaya latînî ciyê xwe nebîne û hînkirina bi zaravê kurmancî, li Behdînan çê nebe. Ev jî, ji bo wê yekê bû ku têgehiştin, di navbera kurdên bakûr û başûr de, nebe. Armanca dijmin xwiya ye, lê ji bo çi, em vê yekê dikin? Ev jî, pirsa pirsa ye.

Çare?

            Tiştekî eşkere ye ku şûna em zaravan rakin, gerek  em hewil bidin ku nêzikbûnek, di nav zaravên me de, çê bibe. Lê dîsa pirs çawa?

Ez dibêjim li vê derê, gerek em wan curên axivtinê ku di zimanî de,  peyda bûne destnîşan bikin:

1- Devok.

2- Zarav.

3- Zimanê edebî.

4- Zimanê fermî.

Heger, em van xalên li serî, bi hûrayî temaşa bikin, emê, bibînin ku çawa ziman dabeşî zaravan dibe, zarav jî, dabeşî  devokan dibe û peydabûna zimanê edebî û yê fermî, her dê ev zarav û devok  bimînin. Ji xwe zimanê edebî, li ser bingehê zaravekî û devokên wê peyda dibe. Di rewşa zimanê me de, çend zimanên edebî li ser bingehên zaravên sereke, dê peyda bibin. Ev jî evene: Kurmancî, soranî, zazakî û hewramî.

            Yek dişê bipirse: Hebûna çar zimanên edebî, wê nebe egera parçebûna ziman û milletê me? Ez jî dipirsim: Ma ev parçebûn, di riyalîtêtê de nîne? An jî, heger zaravek ji bo hemû kurdan bibe zimanê edebî, wê ev yekbûn di zimanê me de, di nav millet de, peyda bibe? Bê guman bersiv wê bi ne yê be.

            Heger, çar zimanên me yên edebî, li ser bingeh û riyên dirust bêne avakirin, dê çi bide me? Li vê derê, wê pêdiviyek hebe, em stunên ku zimanê edebî li ser tên avakirin, dîsa bi bîra xwe bînin:

1- Elfeba.

2- Rêziman.

3- Ferheng.

Çi miletê ku heye, piştî hebûna van elêmêntên sereke yên zimanî, dest bi afirandin û wergêrê dike. Ev jî, rûniştinê di zimanî de, çê dike û dibe xwedî pîverên standart. Bi vê yekê, em dişên bibêjin ku ev warê xebatê, dibe stûna çaremîn, ji bo zimanê edebî. Heger, em rewşa zimanê xwe, li gora van stûnan, di ber çavan re, derbas bikin, emê bibînin ku ev elemêntên sereke, di zimanê me de, hîn ciyên xwe negirtine û ne tenê negirtine, heta ji hev cudane. De ka em binerin ev cudabûn, ji ber çi ye û çareseriya wan çi ye.  Emê ji xala yekê dest pê bikin:

1- Elifba

            Di vê pirsê de, em dizanin ku roja îro du elfebayan ciyê xwe, di zimanê me de girtine:

Elfebaya erebî.

Elfebaya latînî.

 Di vî warî de, şaşiya pêşîn ew e, dema dihête gotin ku elfebaya erebî, ji bo zimanê me, ji ya latînî baştir û çêtire. Gerek li vê derê, em her du elfebayan pêşkêş bikin:

"ئ ب ث ت ج ض ح خ  د ر ر ز ذ س ش ص ع غ ف ظ ق ك ط ل لَ م ن و ه ى"" ا ىَ ى ؤ وو و ة" ya latînî: A, b, c, ç, d, e, è, f, g, h, i,î, j, k, l, m, n, o, p, q, r, s, ş, t, u, û, v,w, x, y,

            Weku em dibînîn elfebaya erebî ji 37 tîpan (pîtan) pêkhatiye û ya latînî ji 31 tîpan. Ev cudabûna bi 6 tîpan, di navbera her dû elfebayan de, pirsekê bi xwe re tîne: Aya di zimanê me de çend deng hene?

            Li gora ku em peyvên xwe, bi lêv û deng dikin 38 deng, di zimanê me de peyda bûne. Evca pirsek dinê: çima Celadet, ji 38 dengan 31 tîp danî? Û çima 7 deng bê tîp man? Ne dûre yek bibêje ku elfabaya kurdî ya li ser bingehê elfabaya erebî pêtir nêzî riyala zimanê me ye. Û dibe,  ji ber vê çendê, ew ji bo zimanê me ji ya latînî çêtire?

Berî her tiştî, gerek bête gotin ku elifba, her çendê hindek be, her ew ji bo zimanî çêtir û baştire, çinku ji bo nivîsê ekonomêke û ji bo hîndekirinê hesane. Ji ber vê çendê, Celadet bi her awayî hewil da ku elifbaya me kêm tîp be. Lê bi mercekê ku ew dengên bê tîp, di xwendinê de tevliheviyê, di ristê de çê neke. De ka em di derbarê  vê pirsê de, çend nimûnan bihînîn:

Tîpek û du deng: K–K

Ker = heywan, ker = mirovê ku nabihîze.

Kal = mirovê ku pîre, kal = tiştê ku hîn baş çê nebûye.

Ji xwe, di zimanê me de, 10 -15 bêje bi vî rengî hene. Êdî  çima, tîpek taybet ji bo vî dengî? Û ku hat bê xwestin ev tîpa ku bi du denga ye, ji hev bêne naskirin, yek ji wan bi nîşankê cuda dibe. Wek nimune pîta /`k / di bêjeya kal (ku wataya pîrbunê distîne) bi nîşan hate nivîsîn. Lê pehlewanên me, weku Şakilî û Camêr kirasê xwe didirînin û dibêjin: "Emê çawa   (L`) û (H`) bi latînî binivîsin, lê ew ji xwe napirsin çima (L) bi elfabaya erebî bi remza (` )hatiye destnîşankirin, lê em neşên eynî remiz deynin ser ya latînî jî  /L/. Her weha jî(H`) dişêt bibe /H/.

            Ez dubare dikim ev di rewşên dijwar de, lê di rewşên normal de em (h`) û (h) di peyvê de, bi riya kontekstê (di hindirî ristê de) ji hev derxin.

Ez dibêjim pêdiviyek heye em wan dengên ku di elifbaya latînî de, nebûne tîp, destnîşan bikin:

Dengên ji zimanê erebî:ع, غ  Dengên di zimanê kurdî de: K (bi nîşan, t / muşdde / r / muşdde /p / muşdde/. Dengên di zimanê kurdî de ku arîşê, bi xwe re tîne weku nimûne:

Pir = cisir

Pir = gelek. Ji bo ku tevlihevî peyda nebe caran weha dihête nivîsandin/ Pirr/.

Dengên ji zimanê erebî: ح = H, غ=X, ع=E, li gora bêjeyê bi kar dihê. Weku nimûne:  عثمان= Osman,سعيد = Seid, علي  = `Elî, ev jî, ji ber wê yekê  dihê ku di zimanê me de, bêje çawa tête bi lêvkirin (telefuz) weha jî tête nivîsandin.

Û çend pîttên din ku di zimanê me de, hene, lê di elfabêya erebî de, arîşan bi xwe re tîne. Weku nimûne:

(i) weku dengdêrekî  kurt, di zimanê me de  heye, lê di elifbaya erebî de nîne. Weku nimûne: (مرن, كرن) kirin, mirin.

             

    Ji ber ku di elifbaya erebî de, و = (u, w ),   = (î, y ) bi yek pîtê dihête nivîsîn, arîşan bi xwe ra, tîne û xwendekar pir dijwariyê dibîne ku pîta bizwên û nebizwên jêk cuda bike, ji ber di elifbaya erebî de, gelek merc hene.

    Wekî din, gelek caran sê pît li pey hev bi kar dihên. Wek Nimûne: (داربه روووان) = (darberûwan ).  Ji ber pîta bi vî rengiye, û = وو

 

 Hema, hun bi xwe hukmê lê bikin. 


Ji bilî van waran, hin warên din hene ku dihêle em bibêjin ku elifbaya latînî, ji ya erebî, ji bo zimanê kurdî baştire, ew jî ji ber ku:

1- Dema xwendekarê koma yekê ya seretayî, xwendina xwe, bi elfabeya latînî bike, dê zûtir fêrî xwendinê bibin, ji yên ku  xwendina wan, bi alfabeya erebî ye.

2- Bi hînkirina elifbaya latînî xwendekar, bi asantir dişên fêrî elifbaya engilîzî û zimanên din bibin. Ew jî,  ji ber ku elfebaya wan zimanan jî, li ser bingehê elifbaya latînî hatnne avakirin.

3- Mirovê biyanî, bi awakê asantir dişê fêrî xwendin û nivîsandina zimanê me, bibe, ji ber ku elfebaya latînî jê nase.

4- Ji bo pêwendî û têkiliyên entirnêtî, elifbaya latînî çêtir e.

            5- Ew tîpên ku dengên wan, di elfibaya erebî de, nînin, ji bo latînî bi awakê normal bi kar dihên. Wekû nemûne: گ = g, ڤ = v, چ =Ç  ، پ= p.

Êdî, çawa devên van"zanyaran"digerin û dibêjin ku elifbaya latînî ji bo me ziyane û nagunce  ?

Ew kesên ku layengirên elifbeya erebîne, dibêjin, ku di vê elifbayê de, pir pirtûk hatine weşandin û rûniştinek, di vî warî de, di zamanê me de çê bûye û ku hat em derbasî elifabaya latînî bibin, dê pirtûkên ku bi deh salan hatine weşandin, piştî qunaxekê, wê ji holê rabin û wergêr û weşana wan ji bo elifebaya nû, dê bi milyonan dolar xercî hebe. Ev xale ya raste, lê em dizanin ku hindek millet hene ku bi sedsalan pirtûkên xwe, bi elifebayekê belav kiribûn, lê dûre guhertine. Wek nimûne zimanê turkî ku ji elfebaya erebî derbasî elfebaya latînî bû, zimanî rusî jî piştî şoreşa Oktoberê, guhartin di elfebaya xwe de çê kirin. Elfebaya Azerbeycanê ji erebî bû kirilî, ji kirîlî jî bû latînî û piştî têkçûna sistema Sovyetê eve 15 sale jî vê elfebaya latînî bi kar dihînin. Kengî guhertin çê bibin, êdî piştî heftê salan pirtûkên bi elfebaya kevin nema ji bo xwendinê dimînin. Ev pirtûkên kevnare, di pirtûkxanan de, hêdî- hêdî, derbasî elfebaya nû dibin. Turk, rus û azeriyan, ev yek kirin û netirsiyan û niha jî, ne turk û  ne rus, xwe di vî karî de, poşman nebûne, ji ber ku xwendin û nivîsandina zimanên wan asantir bûne. Herçî zimanê kurdî ye, bi hesanî dişê ji vê arîşê rizgar bibe, ji ber ku piraniya milletê me, bi latînî dinivîsîne û pertûkên ku di paşerojê de, derbasî elfebaya latînî bibin, teklîfa wan gelekî ji ya turk, rus û azeriyan dê kêmtir be.

            Weku em dibînîn, çêtirîniya elfebaya latînî ji ya erebî, ji  bo zimanê me, tiştekî aşkere û berçave, ji bilî vê yekê jî, piraniya milletê me heta bixwaze bi elfebaya erebî hînî xwendinê bibe, her dê nikaribe,  ji ber ku piraniya milletê me, di çarçeva dewleta turk de, ku vê yekê qebûl nake, dijî. Bi vî rengî, em dibînin ku li ser bingehê zanyarî û heta di warê siyasî de jî, elifbaya latînî ji berjewendiya ziman û netewa me ye.Lomajî, biryarek siyasî divê, ew jî bi destê perlemana Kurdistanê û hukûmeta herêmê ve, girêdayî ye û kengî ev biryar bihête standin, wê rê li ber nêzîkbûna zimanên edebî yên kurdî vebe.

            Heger, di warê siyasî û zanyarî de, elfebaya latînî ji bo zimanê me baş û digunce, em dişên elfebaya xwe bikin yek, lê mixabin, gelek warên din hene ku nahêlin zimanê me, ji hemû zaravan yekbûyî be. Ev war jî evene:

1- Fonatîk.

2- Rêziman bi her du beşên xwe ve.

3- Sitîl.

Ezê hinekî li ser rêziman rawestim, ji ber ku astenga herî mezin ku dikeve pêşiya zimanê me, ew e.

3- Rêziman.

Weku nase, rêziman dû beşên xwe hene; morfolojî û sîntaksis, mixabin di her du beşan de jî, di nav zaravên me de, lihevhatinek nîne. Ku em rêzimana zaravên kurmanciya jor û xwarê, bidin ber hev. Emê bibînin ku avakirina rêzimanekê bo her du zaravan (mistehîle) û bê ku em berawerdiyeka hûr û kûr, di navbera her du zaravan de, di warê morfolojî de cê bikin, emê bibînin ku cudabûn di navbera wan de , li ber çavane. Lê tevî weha jî, pêdiviye em çend nemûneyan pêşkêş bikin. Berî vê yekê, ez dibêjim ku pêwistî bi destnîşankirina meydan û warê morfolojî  heye.Weku nase, meydana morfolojî, beşê axavtinêye, ew guhartinên tê de çê dibin destnîşanên morfolojîne. Bi gotineke din, morfolojî ew zanyariya ku li ser avakirina bêjeyê û guhartinên ku tê de, çê dibin. Ji beşên axavtinê, emê du beşan ji zaravê kurmancî û soranî, bidin ber hev. De bela ew cînav û daçek bin. Her weha jî, emê destnîşanê morfolojî ku di her dû zaravan de hene pêşkêş bikin. Ev destnîşan jî evene:

1- Zayinde (nêr û mê).

            2- Mêjer (hejmar).

3- Veguhastin.

4- Tewange (guhartina nêr û mê di halatan de

Noka, li ser cînavên kesî di kurmancî û soranî de,  emê berawerdiyekê bikin:

            Weku nase, di kurmancî de, du komên cînavên kesîn hene:

 

Koma"Ez"            û                   koma"Min"

Tak        ko                                   tak              ko

Ez         em                             min             me

Tu         hûn                           te                 we

Ew        ew                             wî/wê          wan

Cînavên kesîn, di zaravên soranî de jî, eve ne:

Tak                 Ko

Min               ême

Tu                 êwe

Ew                ewan

Wekû em dibînin, çawa em nikarin guhartinê, di nav her dû komên cînavan de, di zaravê kurmancî de, çê bikin, weha jî, em neşên guhartinan di soranî de jî çê bikin.

Ji xwe ji ber vê sergêjiya ristên têkel, di zimanê xwendinê de  ku noka li xwendingehên Kurdistanê, çê dibin, xwendekar dikevin rewşek netêgeheştinê û  ne bi derewa, bavê xwendekarekî hate cem rêveberê xwendingehê û got: " zimanê kurdî ji bo kurê min ne lazime" û dema jê pirsîn: "çima?" Ewî got: "ne hun di vî zimanî(soranî) têdigihin û dema kurê min li malê, ji min dixwaze ez jê re, bibim alîkar, ez jî neşêm, ji ber ez jî, tênagihim, êdî ewê çawa fêrî vî zimanî bibe!?" Çiqasî ev bav, di gotina xwe de rast bû?!

Di zaravê kurmancî de, ji bilî (wî) û (wê) ku nêr û mê destnîşan dikin û hîç di soranî de, hebûna wan nîne, hema bibêjin piraniya cînavan bi fonetîka xwe, weha jî, bi cîgirtinê di ristê de jî, ji yên soranî cudane. Êdî, emê çawa bikaribin, di navbera van cînavan de, yekitiyekê dirust bikin?

Daçek jî, di soranî û kurmancî de,  mîna cînavan ji hev cudane. De hûn bi xwe, li cudabûna, di navbera wan daçekan de, temaşe bikin:

Di kurmancî de: Li, di - de, bi - ra, ji - ve,

            Di soranî de: Le, be, bo,

Çima bi taybet, min ev her dû birên axivtinê, wek nimûne anîn? Ji ber ku nebikarînana wan, di ciyê xwe de, tevliheviyekê di watayê de, çê dike û ev jî, dibe asteng, li pêşiya têgehiştinek dirust, lê sebaretî destnîşanên morfolojî hîn zortir rêzimana zaravên me,  ji hev dûr dikeve. Li vê derê, pêwistî pê heye ku careke din, em van destnîşanan dûbare bikin:

1  -Zayende (nêr û mê).

2  -Mêjer (tak û ku).

            3  -Tewange.

4  -Veguhastin .

Heger, em di van waran de, dîsan zaravên kurmancî û soranî hevber bikin, emê çi bibînin? Emê bibînin ku soranî bê zayinde ye. Lê belê, kurmancî, her dû zayindeyên xwe (nêr û mê) hene. Dema yekbûna her dû zaravan bihête holê, em bixwazin nexwazin, gerek zayende ji kurmancî rabe, yan jî bikeve soranî. Lê belê, ne bi fermana desthelatê û ne bi viyan û xwestekê,wê kes nikaribe, vê yekê bibe serî. Evca ji bo çi, em serê xwe diêşînin û di hundirê demekê û demekê de, evê pirsa yekbûna ziman û zaravan, derbasî rojeva civîn û fêstivalên xwe, dikin? Ezê tenê nimûnekê di pirsa (nêr û mê) de, pêşkêşî we bikim:

            Zankoy Duhok.

Zankoya Duhok.

Zankoya Duhokê.

Heger, navê vê dezgeha zanyarî, bi sê waran dihête nivîsand û di axavtina me de, derbas dibe, êdî çawa dikare axavtin, bête ser zimanê standart?

Ji xwe, hebûna nêr û mê di zimanî de, ji bilî peydabûna ciwanî û awaziyê, rola xwe ya wateyî jî heye, ji ber vê çendê, ya dirust ewe, em çi guhertina di van reseniyan de, nekin. Ji ber ku yekser kartêkirina xwe, li destnîşanên din dike, weku: Mêjer û tewangeh.

            De ka, em vê nimûneya biçûk ku çawa nêr û mê kartêkirina xwe li wateya peyvê dike, di ber çavan re derbas kin:

Dara sêvê. Ev (a) ya ku li ser bêjeya dar zêdebûyî, hişt ku bêje şêweya xwe biguhire. Ev destnîşana morfolojî, ji bo zayenda mê ye û di warê mêjerê de, yek hejmare (tak) .

Nimûna "darê  min" ev guhirîna bi (ê) yê, dide xûyanîkirin ku nêre û take. Îca pirs, çawa dikare dar di eynî wextê de, nêr û mê be? Di haletê pêşiyê de mê ye û ku dar ya şîne, di haletê dûyê de, dar bi erkê şivê (şivk/dara hişk) radibe, bi vê yekê em dibînin ku ne tinê guhartin di şêweyê de, çê bû her weha jî, di watayê de. Heger em vê nimûnê, bi soranî bi kar bihînin emê bibînin tenê dê şêweyekê distîne:

Darî sêw.

Darî min.

Lê ev veqetandineka (î) ku bi soranî bi kar hatiye, di kurmancî de, tenê ji bo nêr, di haletê îzafetê de,  di dema ku nav nenase û di haletê tewangê de li gel karê têper di dema rabûrdiyê de, bi kar têt. Dîsan weku em dibînin çi yekitî di navbera destnîşanên morfolojî yên soranî û kurmancî de nînin.

            Ev nimûna biçûk, diyar dike ku yek bi firehî here ser warên din yên cudabûna zaravê kurmancî û soranî ji hev, ewê bibîne ku di warê tewangê, veguhastinê û mêjerê de,  jî heye. Ev jî nahêle ku zimanekî me yê edebî û yekbûyî hebe. Ji ber vê çendê, em bixwazin nexwazin, di paşerojê de, wê çend zimanên me yên edebî çê bibin. Lê gerek tirsa me,  ji vê yekê nebe, çunkî hebûna çend zimanên edebî nabin sedema parçebûna wî. Ji ber ku elêmêntê siyemîn ji bo avakirina zimanê edebî jê re, dibe alîkar. Elêmêntê siyemîn ferhenga yekbûyî ye. Ev jî wê bihêle têgeheştin bi asanî, di nav kurdan de  çê bibe, tevî ku her yek dê bi zaravê xwe biaxive. Lê heta em bigehin wê qunaxê, riyeka dirêj li pêşiya me heye. Ew jî riyeka dijwar li ser bingehekî zanyarî, avakirina zimanên edebî, di zimanê kurdî de.

            Riya hesan, ji bo me nabe û gerek nekeve rojeva xebata ji bo zimanê me . Ew kesê ku bixwaze, bi darê zorê zaravekî, ji bo hemû zaravan bike standart, ne tenê avê li aşê dijminî dike, her weha jî bi moxilê av parastine. Ji ber ku ne di warê zanyarî û neteweyî de û ne jî heta di warê siyasî de, tu  mifaya xwe heye. Û ne li gora rewşa siyasî ya ku Kurdistan tê re derbas dibe. Ji ber vê çendê, bi her awayî ev rê ji me re nabe. Ev jî, dihê wê watayê ku tenê riyek li pêşiya çareserkirina zimanê me heye, weku me gotibû, riyeke aloze, dijware û pir dirêje. Aloze ji ber ku pir diyardeye û dirêje ji ber ku bi sedsalan şerê milletê me û zimanê me bûye û bi sedsalan xebat li ser nehatiye kirin û ev xebata ku îro heye têra standardkirina zimanê me nake.

            Aya gerek em ji çi, dest pê bikin û bi çi, awayî pêwiste em li ser elêmêntên ku zimanê edebî jê çê dibe xebata xwe bikin. Pêwiste yeko yeko rawestandin li ser çê bibe û xebateka sîstematîk ji bo wan bihête danîn. Pêdiviye ji elêmêntên pêşiyê (elfebayê) dest pê bibe:

            Weku me di vê lêkolînê de, diyar kiribû elifbaya latînî pêtir ji ya erebî ji me re lazime, da ku Kurdistana Başûr derbasî vê elfebayê bibe pêwiste:

            1- Di hundirê pênc salan de, amadekirina mamostayan, di vê qunaxê de, di dibistanan de, despêkirina hînkirina (fêrkirina) elfbaya latînî û ji seretayî destpêkirin.

2- Di hundirê pênc salan de, amadekirina pirtûkan û ji seretayê despêkirin.

3- Piştî diwazde salan ji destpêkirina latînî, pêwiste xwandin di hemû qunaxan de, bi latînî be.

4- Wergêrandina pertûkên menhecî ji elfebaya erebî bo ya latînî.

Kengî ku ev xwendekarên ku li dibistanan, ku xwendina wan bi latînî bû, derbasî zankoyê bibin, piştî çar salan gerek hemû weşan bi latînî bin. Bi gotineke din, piştî şanzde salan ji hînkirina latînî, pêdiviye pirtûkên me, tinê bi latînî bêne çapkirin.

Heger ev peyrew(sîsteme) li Kurdistana Başûr ciyê xwe bigire, êdî hemû parçeyên dî jî, wê di bin vê peyrewê de, bimeşin. Tenê wê hindek dijwarî li Kurdistana rojhelat peyda bibin, lê çawa kurdên Roava(Suryê) ku bi zimanê erebî hîn dibin, lê ji bo zimanê kurdî bi latînî bi kar dihînin, kurdênRojhilat  (Îranê ) jî dişên bidin ser vê şopê.

Herçî elêmêntê duwemîn (rêziman) tu çare li pêşiya me nînin, ji bilî ku her zaravek bi awakî serbixwe, rêzimana xwe bi kar bihîne, mixabin çi çareyên din li ber destê me nînin.

Lê elêmêntê sêyemîn (ferheng), heger rêziman pêwistiya xwe bi serxwebûna xwe heye û neşê bo zaravan bibe yek, lê ferheng ji bo hemû zaravan pêwîste bibe sîwan. Anku gerek ferhengeka yekbûyî ji hemû zaravan re bihête dirustkirin. Ew jî pêdiviye li gora normên (pîverên) danîna ferhengan  çê bebe, anku ravekirina bêjeyekê bi bêjeyekê (ravekirina bêjeyekî ji zaravekê bi bêjeyên zaravên din) weku nimûne: Ciwan, cindî, rind, xweşik, sipehî û bedew.

Peydabûna ewqas bêjeyên sînonomî di zimanekî de, dê bibe destnîşana dewlemendiya wî. Ev jî, dê bihêle zimanê me, di bin barê xwe de rabe û kêm bêjeyên biyanî bi kar bîne û dê bibe nîşana resenî û serdemiya wî.

Şengisteya (qa'îda) dûyemîn ji bo avakirina ferhengê, danasîna bêjeyê bi ravekirinê. Heger hat û ferhengeka yekbûyî ji hemû zaravan  pêkhat, wê peyvên wan ji bo zimanê me, bibin sermiyan. Kengî sermiyanê ferhengê bû yek, êdî cudabûna rêziman û fonetîk ji bo têgehiştinê nabin asteng. Nimûne:

Kurmancî: Parastina siruştê erkeke ji erkên neteweyî.

Soranî: Parastinî siruşt erkêke le erke netewayiyekan.

Ji ber ku wataya van peyvên di van ristan de, bi kar hatine, ji me nase,cudabûn di warê rêzimanî de,  ji bo têgehiştinê nebûne asteng .

Elêmêntê çarê, ji bo rûniştina zimanê edebî afirandin û wergêra klasîkên cîhanê ji bo zimanê me, ev jî dê bihêle rûniştinek di zimanê me de, di hemû waran de çê bibe.

Weku ji bo me  diyar bû, riya dirust ewe, hebûna bi kêmanî, çar zimanên edebî yên kurdî. Yek dişê bipirse: Wê çend zimanên me yên fermî hebin? Bêguman, gerek zimanek be. Lê ji bo me pêwîste ew di qunaxa dawî de be û ne dûre ku bi dehan salan vekêşe. Ew kesên ku dixwazin îro soranî, ji bo hemû kurdan bikin zimanê fermî, ew ji qunaxa dawî dest pê dikin û ev jî, wê neçe serî. Di nêrîna min de, gerek em li gora vê peyrewê ber bi zimanê yekbûyî yê fermî ve herin:

 

  

            Ew zimanên edebî, ku li ser bingehê elfebayek yekbûyî û ferhengek yekbûyî hatibin avakirin, dema yek ji wan bibe zimanê fermî wê asteng ji bo têgehiştinê nebe. Lê dîsa ez dibêjim qunax pir dirêje. Di wextê xwe de, zimanê edebî yê îtalî ku ji Dantê, dest pê kir di sedsala 13 -14, lê zimanê fermî tinê di sedsala 19 de, ciyê xwe girtibû.

Ne dûre yek bipirse: Aya kîjan ji van zimanên edebî yên kurdî wê bibe zimanê fermî? Tiştekî aşkereye ku ew zimanê edebî yê herî pêşkeftî û rûniştî, ewê bibe zimanî fermî bo hemû kurdan, lê ku welatê me bibe xwedî çend dewlet jî, ne dûre du zimanên me yên fermî bihêne avakirin û evê metirsiyê li ser zimanê me çê neke.  Û dawiya ma dawî, gotin ya paşerojêye.

Ji bo ku em bigehine armanca xweyî pîroz, aya çi xebat dihête xwastin? Di nêrîna min de, berî her tiştî divê em bi van karên rêkxistinî û piraktîkî rabin:

1- Damezirandina komîteyekê ji bo rûniştina elifbaya latînî.

2- Damezirandina komîteyekê ji bo rûniştina rêzimanê.

3- Damezirandina komîteyekê ji zimanên hemû zaravan, ji bo danîna ferhenga kurdî-kurdî ya yekbûyî.

4- Danîna komîteyekê ji bo damezirandina bêjeyên nû yan jî qebûlkirina bêjeyên biyanî di ferhenga xwe de.

5- Danîna çend komîteyan ji bo wergera klasîkên cîhanî; komîta zimanê ingilîzî, rusî, ferensî, erebî, elmanî, turkî, farisî û y.d.

6- Gerek ekadîmiya zanyarî û wezareta xwandina balayî (bilind) serpereştiya van komîteyan bike.

Şanok: Ev lêkolîn dişê ji layên pisporan kêm bibe yan jî zêde bibe.

Ji belavokên senterê vekolînên kurdî û parastina belgenaman. li zankoya Duhok derdikevît.

 


Dema tevlîkirinê: 01.07.2008 - 12:11:36
Ev nivîs tevde 1477 carî hatiye xwendin

VÊ NIVÎSÊ

Çap bike

Bihinêre Ji hevalê xwe re

Sirove bigre ser
Şirove Ji bo vê nuçe 1 Sirove hatine kirin.
DEST XWES MAMOSTA...birasti nivisineki balkes,pir raman u giringe..bi xandina we nivisine mirov sad u serbilind dibe ..hividarim ked a te be bercav girtin u xwedi le derkevtin.daxaza serkeftine bo mamosta dixwazim. xwendekare bakuri...ZANİNGEHA DUHOK ..koleja adab meju
14.07.2008, Dijwar_ROJ
Ji bo Siroveyên dîtir
Çawa lekedariya sumbolên çand û hunera kurdî bihê kirin?!
Tehsîn Navişkî

Bersivek bo peyama ”erşîfkirina” zimanê kumancî
Nazif Mayî

Ber bi zimanekî yekbuyî ve
Bavê Nazê

Û giriya
Omer Dewran

Îbo yê dayîk kurd û bav ereb lê tirk kurê tirk
Jîr Dilovan

BERFÎN-Çîrok
Selahedin Bayezîdî

Suka Mirinê
Mehmet Devîren

Têkiliyê Helbest û Felsefê
Kamran Simo Hedilî

Aryan û soza bendêmanê
Mesud Xelef

Min jibîr bike
Demhat Dêrikî

Ya ku nikarim qîr bikim
Hêvî Zayci

Le le esmera çavşin-Helbest
Xizan Şîlan

Bagurdan-Çîrok
Fehîma Ibrahîm

Huner û Hunermend li başurê Kurdistan
Tîrêj Ormiye

Hesretiya Azadiyê
Siyamed Sîpan Ugurlu

KINE EM?
Ferzan Şêr

Gotara helbestî, xwendinek ji bo binemayan
Hoşeng Şêx Mihemed

Çilore
Amîna Zikrî

Kinçîroka pêdivî di navbera endêşe hezên sinehan de
Emîn Evdilqadir

Şaha Çaxî-Çîrok
Jaro Duhokî

Zilamek û Zimanek
Konê Reş

Temenê Çîrokî
Agirî Soran

Payizekî veqetiyayî
Bilind Mihemed

Sîmbolîzim hunere, amajeye, paşî çavlêkirine...
Ismet Mihemed Bedel

Kurmanciya jorî li ber metirsiyên mezin û girane
Ismail Tahir

Min bi evînê xewê!
Husein Muhammed

Eşqa te
Nezîr Silo

Sipîhistan - Kurteçîrok
Xalid Salih

Zarokên Kurd yên li Mişextgehê û parastina zimanê zikmakî
Baran Qamişlokî

Buka min - Helbest
Leyla Qasim

Hilbijartin û Kurd
Emrah Kocahal

Evîn - helbest
Botî

Yên Qurre
Yasîn Hisên

 
 
Bike serrupel | Tevlî yên hilbijartî bike |gelavej.com
copyright GELAVÊJ.com 2002 by kurdhosting.com  

Kundir,kunci,kurd,
kurdistan,kurdo,
agiri,aso,sirûd,s
înor,semyan,salar,
sîng,sor,sêv,sam,
savar,soro,sîmar
sosin,seval,sanesin
gever,gerdûn,kulîlk,
garan,gengeşî,Apo
berzanî,berzanî,gul
girîn,kenîn,girî,giri
ken,mal,milk,cîran,
cok,civan,civîn,cor
çîr,çîrok,çirok,gel
gelavêj,gelavej,geş
masî,masi,marol
mirad,miraz,pkk,PKK
ynk,YNK,PDK,PSK
partî,parti,poz,difin
ling,qaç,ferheng,
pirtuk,nivîs,pexşan,
peyam,şirove,sirove
germiyan,zozan,zîlan
dersîm,amed,mardîn
mêrdîn,nisêbîn,muş,
colemêrg,şemzînan
hecî,koyê,mehabad
sine,Hewlêr,qamişlo,
efrîn,efrin,dêrik,wan
varto,heval,rupel,av
avesta,zend avesta
paqij,peyitandin,nav
nîşan,zêr,zer,şîn,ava
şîn,dayik,dê,dayê,dev
dew,aşik,aş,evîn,
evîndar,dildar,evindar
Sivan perwer,Sîpan
Siyamend,Xemgîn
Xemgin,Diyar,Zana
Hatib,Hewlêr,Heval
Muzik,Sitran,Kurdî
Wêje,weje,nivîs,nivis
Niviskar,Kürt yazarlar
Kürtce kitaplar,Kürtce
Kevî,kevok,kêvjal,
Kejal,kûncî,kurm
Album,Produktion
Misoger,Dersen kurdi,Pirtukên Kurdi
Neqşa kurdi,mêkut
Cudî,cudi,herekol
Heftanîn,oremar,
Çatişma,catisma
Pevçun,şer,şervan