Elî Eþref Derwêþyan
Wergêr ji Farisî : Selahaddîn Bayezîdî
Li ber derî, li eywanê û li bin tîþka rojê runiþtibun. Berfîn pala xwe dabu sînga diya xwe. Jinê ew bi tundî xistibu himbêza xwe de. Porê zêrîn yê Berfîn, di bin þeh de, nerm û saf bi ser qirik û mile wê de hatibu xwar. Dema ku pore wê þeh dikir, porê wê pêl dida
-“ axx.. guhê min! te guhê min jêkir”
-“ma çi bu? Ma guhê te kaxeze. Eger guhê mirov bi þeh jêbubane, herkes di vê dinê de bê guh dibu.”
Berfîn destê xwe da guhê xwe baþ li noka tiliya xwe nihêrî da ku zanibê bê ma ji guhê wê xwîn hatiye an na?.
Dayika wê bi henekî got;
“ax ax ax guhê te ketiye erdê û xebera te jê nîne. Pêwiste ez îro herime ba Mamo Meqdur û guhê karikê ji te re bikirim.”
Kurikê piçik li ser eywanê, xwe þil kiribu û tiliyên xwe yên bi herî dixwar in. Jinikê berê xwe da kurik û got:
-“Ho Usivoo... ax.. ax... wey tifî li kar û kirdarên te! Ev çi milçe milça te ye. Dibê qey tu þîrîniya tenurê dixwê! Bext reþ.”
Peqokek li se konê pozê Usiv mezin û piçuk dibu. Usiv bi çarlepkî xwe gihand diya xwe. Berfîn xwe ji nav destên diya xwe rizgar kir. Diya wan bi keviya kirasê xwe pozê zarokê baqij kir. Tiliya xwe xiste nav zarê zarok û kulmek ax jê deranî. Peqoka pozê zarok li ser kulîlkên sor yê li ser kirasê dayikê, hêdî hêdî piçuk bu û nema diyar bu. Jinik çu odê. Li suceke tarî, çarþefekî kevin rakir û li ser erdê raxist. Usiv xiste nava çarþefê. Berfîn nêzîkî diya xwe bu û piþta xwe da diya xwe. Diya wan zarok xiste himbêza Berfîn û got:
-“ Ger ku ne rawestiya wê veke. Heya te jê hebê da nekevê erdê! Heya te ji mirîþk û çîçika jî hebe. Destê xwe nexe nava kuna mar û mîro ya! Tiþtên ecêb mecêb nexwê. Ji bo xwarina nîvro hinek zeleta þevî din maye, nîvro jî zelete û nan bixwin. Nanê hiþk û þekir jî min li ser taq daniye. Dema Usiv birçî bu, jêre hur bike, bike hevîr û bidyê de. Bila mêþ li ser poz û zarê wî runenin.”
Her wisan þîretên xwe kirin, nan û bexçika xwe rakir, ber bi diwarê gilivê çu û di dilê xwe de got: “Ev dodan û ew jî tewirdas.”
Wane li ser dîwêr rakir û bi kemera xwe ve girêda. Rahiþte Tenafa ku li ber dîwar ketî û danî ser milê xwe. Hîn peya xwe ne xistibu ser qadirma ku berfîn bi tekanek, Usiv li ser piþta xwe bicî kir. Destê xwe bi fîstanê xwe ve anî û nameyekî takirî ji berîka xwe deranî. Hîna name dihate xwendin, ji ber ku þuna gelik tiliyan li ser hebû, di xwendinê de zehmetî dikþand, çend xet ji nameyê nîþanî diya xwe dan. Milê xwe xwehr kir, û bi þermî laveyên xwe li xwedê kir û got; -“ pîrka min tuyê dîsan ji min re bixwînî?”
Jin vegeriya. Lêvên wê bi kenekî sivik vebu. Name ji keçikê girt. Rengê wê guherî û li nameyê nihêrî;
-“Êdî gelek derenge, du roje ev name hatiye û min hezar carî ji tere xwend. Bi xwedê ez westiyame.”
Ji niþkê ve dilê wê þewitî. Destê xwe ser porê Berfîn re bir;
-“Îro keçikekî rind be, min çi ji te re got wêya pêk bîne, ku ez êvarê ji bajêr vegeriyam ezê ji te re bixwînim.”
Berfîn serê xwe xiste nava himbêza dayika xwe û fîstanê wê maç kir. Name ji dest wê girt û xiste gîrfanê xwe de. Herdu destê xwe li piþtê ve li baþiya zarokê saxlem kir. Zarokê dema ku hîs kir ku diya wê dixwaze dur bikeve, berê xwe da diya xwe. Lê Berfîn çend gav bazda, zarok kenî. Berfîn çu dawiya hesarê û li cem hêlîna mirîþka runiþt. Dayikê di nava kolanê de kenê zarokên xwe bihîst û bêhna wê fireh bu.
-
Jinik hindik mabu bigrî. Tayê kîsa, herdu destê wê diêþandin. Tayek vekir û bi destê dî ve kir. Cihê tenafê li ser piþta xwe guherand. Çavên xwe li rêka çelexwehrî gerand. Ji serê gir hetanî ba wê dirêj dibu. Zilamek li ser vê rêka çelexwehrî, dixwest ku darên xwe biqulibîne. Carcaran daran daran hêza zilam derbas dikir, ew li pey xwe di kiþkiþand û ji rêkê derdixist. Tozeke tenik li pey darvan rabu û demekî kin ew di nava xwe de hunda kir.
Mamo meqdurê þivan ji pezên xwe dur bu. Bi bilîkana xwe qumên gihayan ji bin erdê dertanî û kilamekî xerîb dixwend.
-“ bi gazinê xem, erdê xem dikelim
û di nav du tovan de xem þîn dikim.
Berhemê min xem bu û bi dasê xemê wî didirum
Tovên xemê dibime aþê xemê
Min ardê xemê bi av xemê re kire hevîr
Û min di tenurê de xem di pijand
Min nanê xemê danî ser sifra xwe
Yê ku bi min re bu, xem bu
Û em û xem runiþtin û me xem vexwar.”
-“Silav Memo meqdur!”
Zilamê kal, kemera xwe rast kir û zîvirî;
-“Selamû elêk Seîme xanim, tu xebera te ji hemê heye?”
-“Sê roj berî neha nameyekî wî hat, di nameya xwe de dinivîse ku wê çend rojî din vegere û me bibîne.”
-“Xwedê wî bi parêze. Di nav xêra de be înþallah”
-“Tu sax be Mamo. Xwedê te qenc bike.”
Selîme gihiþte bin darberuya bin gir. Qlereþek li ser dar runiþt u sê car qar kir. Selîme ji qelereþê re got;
-“xêr xeber...xêr xeber...xêr xeber”
Tiliya xwe ya berjengê qulab kir û xwêdana broyên xwe paqij kir. Piþtiyê xwe kom kir û kete ser riya çelexwehrî. Di nîvê rêde zilamê ku dar di anî xawart dî. Cîranê wan bixwe bu. Ew nas kir.
-“Qewet bê ji tere xalê Mewlud.”
-“Tu sax bê xweþika min. Tu gelek dereng hatî.”
Selîmê bêhan xwe da;
-“Jina ku zaroka wê hebê, nîvê jiyana wê neya wêye. Min hetanî ku zarok bi cî kir, roj bu nîvroj.”
Zilam bersiva wê da;
-“Belê, ya herî baþ ewe ku di rojên beharê de herkes digihêje hêviyên xwe. Heta dilê te bixwaze roj dirêje.”
Bal kiþand ser xalake dur li ser gir;
-“heya te ji daristanê hebê, lawirên har êrîþ nekin ser te.”
-“heya min jê heye xalo. Mirovê rut û qut, qehremana xwedê ye. Ez jî ne kêmî wanim.”
-----
Behar li herderê runiþtibu. Bayê bi xwere bêhna xunçeyên bademên çiyê di anî. Selîmê westiya bu. Rast û çep, liqê dara bi dasa xwe jê dikir û xwêdan dida. Kulmên wê biþkivî bun û wekî gulê xweþik bubun. Dem ji nîvroyê gelek bihurî bu. Piþta xwe da bin dareke bi temen. Xwest bena kisa doye weke ku dengek darstanê hejand. Hindek ji xwinçeyên badema ketin ser erdê û belav bun. Selîma ji þuna xwe bazda, 3 firoke li asîman xuyan dikirin. Li piþta girekî dumana teqînê bilind bubu. Bayekî hînik hêdî hêdî dukel bixwere dibir û berbi gund ve dianî û di bin peya jinekî bêdeng raketîbu.
Selîmê bi xwe re axifî ; “xwedê þikir, gelek dure.”
Bi dengê çend teqînê dîtir ve, çuk û teyrik bi dengekî seyir dur ketin. Herder bêdeng bu. Liqa darekê kete erdê û dengekî wekî xwerandina laþ bi neynukê jê derket. Bêhnekî nexweþ û xerîb, cihê bêhna xweþ ya xunçe û bademê bêhnekî tal û tuj girt.
Selîme hest kir ku qirka wê dixwerê. Kuxuya, rabu û bi nîgeranî, darên xwe xistine nav fitloneka rêkê.
---
Per û baskên rojê, ji deþt û giran dur ketin. Rengê gund di bin siya gir de, reþqemer xuyan dikir. Selîmê, dumahiya tenafê di destên xwe de pêçandibu, ji bo ku barê wê nekeve kurahiya gelî. Dema gihiþt dawiya gir, hest kir ku nikare hilmê bigre. Bêhneke seyr dihate difna wê. Hindek caran bêhn zêde dibu û carinan jî bi hatina bayê re, kêmtir dibu. Selîmê runiþte erdê û darên xwe danêne ser milên xwe. Destên wê diþewitîn û dikiziyan. Dema gihiþt bin dara beruyê, dît ku qelereþ ketiye erdê û lingên wê li hewa ne. Mamo Meqdur bêdeng pala xwe dabu darekê. Jinikê ew gotinên ku Mamo Meqdur berî bi kêlîkê jêre gotin “Quwet be ji tere. Tu bixêr hatî.” Vê carê ne bihîtin.
Bi vê re jî, westiyayî bêhnek girt û weke berê bersiv da;
-“Tu sax be Mamo!”
Û bi guman li Mamo Meqdur nihêrî. Mamo serê xwe danîbu ser çokên xwe. Bilikan di destê wî de bu û destên wî ketibune pêþiya wî. Rayê gihayekî nîvcutî di bin piyê wî de ketibu. Jinik wisan dizanî ku Mamo qeytana pêlava xwe girê dide. Vê carê kuxiya û bi dengekî bilind got;
-“Mamo tu jî tim diraze, êdî êvare, tuyê kengî pezê xwe bibe mal. Mala te ava!”
Mamo ne liviya. Selîmê li peza nihêrî. Serê xwe di piþta hevde veþartibun û ne diliviyan. Kevuj nedikirin û deng ji wan dernediket. Kuçkê pez, qirika xwe danîbu ser hînikiya axê. Ba hêdî hêdî dihat. Bêhn kêm dibu; lê qirka Selîmê her wisan dixuriya. Bi tirs tenafe berda. Dar ketin ser erdê. Çu ba Mamo. Çivîkek ji durve qîriya;
-“wî wî...wî wî...”
Tirs û guman kete dilê Selîmê, lê dîsan jî çu pêþ. Destê xwe danî ser milê Mamo;
-“Mamo te çima...”
Mamo kete erdê û çavên wî yên vekirî berbi asîman ve mat ma. Selîma qîriya û ji Mamo dur ket. Lingê wî li paþiya pezekî ket û bi zik kete ser pezekî din. Qîr dikir û dibeziya. Kuçikê pez li cihê xwe hiþk bubu.
Selîmê li sînga xwe da û hewar kir. Laçil ji serê wê ket. Biskên xwe xiste nav porê xwe, bi neynukên xwe kulmê xwe birîn kir û bi lingên bêhiþ berbi malê ve beziya. Dema gihiþt mala yekemîn, an ku mala xalo Mewlud, darê ku anîbun hîn li rex dîwar ketibun. Xalo Mewlud hinekî çemiya bu û pala xwe dabu dîwarê mala xwe. Pêlavekî ku nîvê wê ristibu di destê wî de bu û ben ketibu erdê. Serê ta di bin diranê wî de bu û bi lêvên wî de ketibu erdê
Selîmê neynuka xwe bi ruyê xwe ve dakiþand. Lê cihê neynuka wê ya bixwîn hate der. Qîriya;
-“Xalo...xalo ew çi soysebate bi serê me hatiye?”
Xalê Mewlud çavên wî li kasê derketibun û waqmayî li dîwar dinêrîn. Ew bêhna seyr bi hatina ba kêm û zêde bu. Jinik di kuxiya, bi pihînekî dijwar deriyê ama xwe yê ji dar û nêzîkî Xalê Mewlud vekir.
-“Befrîn, befrîna min! Tu li kuyî?”
Bi çend pêngavên mezin xwe gihande kozika mirêþkan;
-“Berfîn, xanima min, Usivê min, hun raketine. Diya we bimre. We nîvro tiþtek xwar an na?”
Berfîn wekî dayikeke dilbirehm Usiv li ser destê xwe dirêj kiribu. Çiçik li ba mirîþkan bê liv ketibun. Dayika wan destê keçika xwe yên bi qirêj hejand da ku ji xew rabibe. Name di navbera Berfîn û Usiv de hêdî hêdî di hejiya. Hinek ji xetên nameyê nedihatin xuyakirni.
-“keça xwe ya delal Berfîn ji durve radimusim û çeneya we ya xweþik û findiqî gez dikim. Çend rojên din ezê destura xwe ji xwediyê kar bixwazim û ...”
---
Elî Eþref Derwêþyan. Romannivîsekî mezine li Îranê û Kurdistanê.
Sala 1940 î li Bajarê Kurdistanê Kermanþah li dayik buye û Kurde.
Weke gelek nivîskarên din nedikarî bi zimanê xwe yê Kurdî binivîse.
Demekî dirêj mamostayê zarokan buye.
Di navbera salên 1971 heta 1978 di zindanê de maye.
35 pirtukên wî hene ku piranî çîrokên kurt û romanin.
Hinek ji berhemên wî bi Kurdî hatine wergerandin.
|