Beþa yekem
Ev çiya dergevanê welatê çilpîne ye.
Ev çiya bi tena serê xwe ye, hindek çiya hene, çiyayên din di binçengên xwe de vediþêrin û wan hembêz dikin û di bin sîbera xwe de wenda dikin. Ji ewran re cîran, bi stêrkan re heval in. Serên wan her tim, bi mij û dûman, berf û baran in.
Lê ev çiya bê heval û hogir e. Tenê, li nava du deþtan tik û tenê ye
Di nava deþta Bazîdê û Îgdirê de serê xwe bilind û bilind radike. Bi tena serê xwe li wê derê bêxem radiweste. Carna dîn dibe, hêrs dibe. Di himbêza xwe de, kendal û zinarên asê û berz xwedî dike. Hênasa wî tofan û bobelateke tirsnak bû.
Ev çiya ji bo niþtevanên hawîrdorê hêvîdariyeke pîroz e. Bendewariya roja teng e. Ev çiya, di hinava xwe de, qasî kendal û zinaran, hêviyê dihewîne.
Ev çiyayê agirbêj, tirsnak û mezin, hemû agirê xwe pijiqandiye deþta xwe. Mirovên vê xaka bi xêr û ber, xezeba wî bi çavên serê xwe dîtine. Ev çiya çend dîn û har e, hinde jî dost û yar e.
Ev çiya, çiyayê Agirî ye.
Dibêjin; gotegot û galegale.
Du xûþk hebûn. Ji hev re nifirên bêderman dikirin. Xûþka mezin dibêje: “Tu bibî çiya, çiyayekî hiþk û ziwa. Tenê mar, miþk û dupiþk li ser serê te bigerin.”
Ya biçûk jî, xwe negirt û bersiv da:
“Tu jî bibî çiya. Çiyayekî ku, mij û moran, berf û baran çi carî li ser serê te kêm nebin.”
Evcar Yezdan her du nifiran jî pêk dihîne û her du xûþkan dike çiya. Êdî ya mezin dibe Agiriyê mezin û ya biçûk jî dibe Agiriyê biçûk
Ji ber vê yekê, akinciyên dewrûberê ji wan ditirsiyan. Lê, di heman demê de, evîndarê wan bûn û mirovên vê deverê nav li wan her du çiyan kiribûn, navê wan Girîdax bû. Cote Girîdax. Van her du giran, her der dax kiribû û li ser her derê dirûva xwe çêkiribûn û þopa xwe vekiribûn.
Ev her du çiyayên bedew bibûn sonda baweriya herêmê. Gava bi cote Girîdaxan sond bixweribana, eve dibû peyveka baweriyê û rastbêjiyê.
“Tirs maka baweriyê ye, her bawerî emrazê tirsekê ye. Tirs destebirakê derewaye. Derew çêlika tirsê ye. Agirî tirsnak, Agirî bawerpêkir, Agiriyê þêt, Agiriyê warê bêwaran”
Bedewiyeke pak li ser bejna wî bû. Berfa li ser eniya wî bi ewran ve dihate pêçan, wekî laçika jinebiyekê. Lutkeya wî sivdera Xweda û Xwedavendan bû.
Ev çiya dibû mêvanê xewna mirovan. Rojek dê bêt, mirovên vê xaka sar, dê vê mirazê xwe bigehînin nava wan ewrên ku berfa Agirî pêçaye. Gelek ji wan negehîþtin vê miraza xwe. Miraza xwe avêtin terka hespên zarokên xwe, neviyên xwe û çirçirkên xwe. Rojek wê bêt û ev çiya dê bibe meydana govenda xirpanî.
Rêwîtiya vî çiyayî, ji her kesekî re derd û kulek bû... hindek çûn û di nîvê rê de, vegeriyan, þikestin, têkçûn û mirazê wan di çavên wan de ma.
Çiya û mirov, di nava berîkana hêzmendî, dilsozî û palpiþtiyê de bûn.
Agirî perda keçaniya asîman diçirand û zarokên agirî bûn þilî, berf, zîpik, ba û bahoz. Her baraneke ku dibare ji bo Agirî dibe mizginiya nifþeka nû.
Ew û birûsk di pêþbirka agirpekandinê de bûn. Rengê çiya weke keskesoran bû. Keskesorê xwe li vî çiyayî nîþan dida.
Çivîkên vî çiyayî baskên xwe yên belek belekî bi bayê wî ve dadigirtin, sîbera xwe didane ser deþta Bazîd û Igdir ê. Mako, Êrîvan û Nexçivanê ji dûr ve dêna xwe didane wan.
Rûyê wî di bin taraya sîberê de ye, quntarên wê bi tîrêjên rojê ve dihate xemilandin. Mij weke pêlên deryayekê geh bilind dibû û geh jî nizim. Carna sayî carna jî mij û moranek li dor serê wî digere.
Agirî, dilê zoman.
Yê zoman, yê gulan, yê sarincan, yê giyayên biyanî.
Av ji sertarê dihêt, lîlav dihêt.
Ar dihêt, giyan dihêt, jiyan dihêt.
Lîlav sar, sar hênik, hênkayî daxwaziya giyanewarê havîna har e.
Jiyana berxikan bi zertavê ve dest pê dike.
Çavên yaran, dibe awêneya asîman.
Agirî bêziman û pirzana ye. Rindiya wî zimanan lal dike.
Li ser sînga Agirî evîndarek digere.
Çi evîndar û yê kê?
Çi, Çima?
Nahête zanîn, nahête pirsîn.
Wargehê mirîþka melisî û gula çilmisî li jiyanê digerin.
Evîndarê dawiya xwe, ka dê li ku asê bibe, em lê binêrin.
-Min bihîst tu dixwazî ji vê derê biçî !?
Hemberî vê pirsê, piçekî bêdeng ma. Ew qirþa ku hûrik hûrik pê ser erdê xîz dikir, ji destê xwe avêt, serê xwe rakir, awirên xwe ber çavên wê da û got:
-Erê.
Bi dengekî qurifî, bêyî hizir li pey pirsa xwe çû:
-Te ji vê derê hez nekir, ma tu yê biçî ku?
Carekê destê xwe li nav porê xwe gerand, keserek veda û got:
-Ez jî nizanim, lê divê, ez ji vê derê biçim.
Piþtî vê bersivê, her du jî qederekê bêdeng man. Li hev nihêrîn. Çavan pir tiþt ji hev re digotin. Deng nîne. Çav diaxivin.
-Ma egerek wesa nîne ku te li vê derê bihêle, tu ji bo çi diçî?
Serê xwe bilind kir, hindekî qalpaxa çavên xwe daxist, tûj û dirêj li dûr nihêrî, bi dengekî tijî keser û axîn got:
-Ji avê pirsîn, çima tu deng didî?
Avê got: “Hevalên min kevir in, lewma.”
Tu dizanî gava av dikeve cihê teng, deng dide!?...
Her pirseke nû barê bersivan giran dikir, her peyv weke tîreke tûj ji kevana xwe difilitî û li ser sîngê diçikiya.
-Ma tu neçî, nabe?
Biryara ku dihate danan, ne hêsan bû.
-Ez li vê derê bimînim, dê çi bihête guhertin. Divê, ez ji vê bîra kur derkevim.
Êdî peyv, ji parzûna hizir nediket. Ji dev difilitî, dipekiya û li cihên nepenî asê dibûn.
-Tu tenê ji bo xwe hizir dikî û ji bo canê xwe dixwazî.
Ev gotin dihête çi wateyê. Gelo rexneye, yan tewanbariye, yan ...!?
-Xwezî min bikaribûya bi tenê ji bo xwe biryar bidaba û hizir bikiriba. Lê ...
Ew werza ku sar bibû careke din nerm bû, gotin ji dil derdiketin û pirekê digeriya ku di ser re derbaz bibe.
-Ma tu bimînî dê ne baþtir be? Te li vê derê wenda kir, tu dikarî dîsa li vê derê peyda bikî û bibînî. Ji ber ku te li vê derê wenda kiriye divê tu li vê derê jî lê bigerî.
Rojhat, her du destên xwe ji piþt ve dane ser hev, serê wî di ber wî de, çend gavan çû û hat.
-Ma tu dixwazî, ez li vê derê bimînim?
Weke zarokekê ku bavê wê daxwaziya wê pêk bîne þabû. Wek hêviya vê axavtinê bû, lê bi dengekî lerzok û þermok û bi hejandina serê xwe ve got:
-Belê, lê divê tu di biryara xwe de, azad bî.
Rojhat, mirovekî têgihîþtiye, xortekî bejinzirav, çavbelek, simbêlekî reþ li ser lêvane û rûyê wî dixemilîne. Dilkêþ û dilsoziya wî bala mirovan dikêþîne.
Bilive lêve, ew dizane çi li ser deve.
Bi xendeyeke zirav û bi dengekî nîv henekî got :
-Ez bimînim, dê ji bo te ne baþtir be ha!
Rengê wê hate guhertin, dêmên wê ji yê berê sortir bû, bîbîka çavên wê þil bû, lêvên gezok lerizîn, êdî veger nîne û got:
-Erê...ma çi...?
Got û dawiya axavtina xwe ya ji dev derdiket, bi girtina her du lêvên lerzok ve bi þidyayî girêda. Piþtî peyva “çi” dumahîka wê neanî. Rojhat ev tiþte girt û got:
-Belê te çima devê xwe girêda, tu dikarî bi aþkira biaxivî. Pir rehet û bê fedî, çi dixwazî bibêje, guhê min li te ye.
Delalê hember vê axavtina rasterast ne amedebû, weke ketiye goþeyeke teng ku çi rêk nîne bifilite, dewrûbera wê hatiye girtin, xwe mit kir û bêdengî helbijart. Lêvên wê bi hev ve çesp bûn.
Lêv, hosteyê peyv û deng e, tenê ew dikare per û baskan bi gotinan ve bike û bifirîne.
-Ma tu hêj nikarî daxwaziya dilê xwe jî bibêjî. Tu çi pepûkî!
Vê gotinê ew êþand, anora wê da ber qamçiyan, hem jî tûjand û pîj kir, xwe ranegirt û got:
-Peyv zindana hest û ramanê ye. Hindek caran axavtina bêpeyv û bêdeng bêtir watedar e.
Rojhat bi dev li ken û çavên birqokî, li wê dinihêrî. Delalê piþtî ku axivî serê xwe daxist. Rojhat got:
-Bihêle bila peyvên te mîna lehiyekê biherike. Bila deng ji hinava te bihêt, guhên rex cênika min mist bide, biþo.
Delalê dixwest naveroka mijarê dîsan vegerîne destpêkê.
-Tu ji ber binketina xwe direvî. Kes nikare te ji ber binkeftinê tewanbar bike. Heger wesa bibe divê ez di guhertina þev û rojê de jî hindekan gunehbar bibînim, ji bo çi xwe diguhure? Eve jiyane, yasayên wê hene û bi rê ve diçe, em jî beþekî vê jiyanê ne.
Rojhat li hember vê bersîvê bê çare bû, bersivên ku bide dizanîbû dê sivik bimînin û got:
-Hindek caran baþtirîn çare rev e.
Delalê bi serê lêvan got:
-Dest ji gotinên bav û kalên xwe berde.
Rojhat bi þermeke nediyar serê xwe tewand hindekî rawestiya û axivî.
-Tu dizanî ez bimînim dê axiriya vî tiþtî bibe gijika ereban. Ez dê bibim egera dahatûya te. Ez mirovekî netebitîme. Tu vê yekê jî dizanî?
Rojhat piþtî vê axavtinê hindekî rawestiya, qederekê deng nekir, piþt re axavtina xwe berdewam kir.
-Divê, êdî tu bi xwe bikaribî rewþa xwe dabîn bikî. Weke berê em nikarin her tim bi hev re bin, em ji bo karê þoreþê hatine, wekî din karê me nîne. Tiþtê ku tu ji min dixwazî dûrî pîvan û jiyana me ye.
Delalê bêhedar guh dida van gotinan. Tengijî û got:
-Ez, ji te tiþtekî naxwazim, tenê vê yekê dibêjim; “tu biryarên xwe pir zû û erzan didî.” Dê dawiya vê biçe li kû asê bibe tu jî nizanî. Ev rêveçûna te metirsiye, hem ji bo te, hem jî ji bo kesên di bin serweriya te de kar dikin. Her wekî din ew tiþtê ku tu di derbarê jiyana vê derê de dibêjî, ez jî dizanim û agehdar im. Lê rêbazên vê derê rabûrduya mirovan, dîroka jiyana wan binax nake, zêdebarî baweriya wan xurt û zexim dike, dixemilîne.
Delalê piþtî axavtina xwe li rûçikê Rojhat nihêrî, dixwest helwesta wî li ser rûçikê wî bixwîne. Wê dît ku Rojhat naxive, careke din gotin ajot:
-Te ez fêrî vî karî kirim. Min çi dizanîbû ku þoreþ çiye? Serdestî û bindestî çiye. Te ev têkoþana ha bi min da nasîn. Min ji te bawer kir û rêka te þopand. Tu mirovekî hêzdar û zîrekî.
Rojhat bi xemgînî serê xwe rakir
-Delal, sipas hevalê. Te ez dilþa kirim. Bawer bike ev xelateke mezin bû ku te da min. Rast e, min hingê digote te, lê niha tu bûyî pêþenga min.
Delal, ketibû nav keftûlefteka giran. Hênaseka kur kêþand û dûmahîka axavtina xwe anî:
-Berî çend rojan min di radyo de çîrokek guhdar kir, pir xweþ bû.
-Li ser çi bû? Ka bibêje!...
-Çîroka hevaltiya du kesan bû. Du hevalên canecan, gelekî rastgo û dilsozê hevûdu bûne. Ji zaroktiyê heta mezinbûnê hîç ji hev veneqetiyane. Di demê xortaniya xwe de jî pêk ve diçine leþkiriyê. Di leþkiriyê de jî her du heval di heman tîma leþkirî de kar dikin. Rojekê tîma wan dikeve þerekî giran. Di vî þerî dijwar de, yek ji wan giran birîndar dibe. Cihê birîna wî jî gelek dijware. Çi kes nikare xwe bighîne wî da ku birîna wî bipêçe. Ji her derê ve gule dibarin û rewþa timê gelekî xerabe. Hevalê din xwe ranagre û dixwaze biçe hevalê xwe ji wê cihê mirinê rizgar bike. Lê fermandarê grubê nahêle. Fermandar bi zimanekî eqilane dibêje; “nexêr, gava tu biçî tu jî sax venagerî, ez nahêlim tu biçî, ji xwe ew hevalê me þehîd bûye, hewce nake tu biçî, bila þer hindekî raweste emê termê wî bînin.” Piþtî axavtina fermandar, ew heval xwe ranagire û diçe. Diçe termê hevalê xwe piþt dike û ji nav wan gulebaranê derdixe û dihîne pêþ fermandarê xwe.
Fermandar dibêje wî; “ma te anî vê derê, eve hêjayî anînê bû?” Got; “belê hêja bû”. Fermandar got; “ka bibêje hêjayî çi bû?” Got; “hêja bû ji ber ku min peyvên wî yên dawiyê bihîst”. Fermandar got; “peyvên wî çibûn?” Hevalê wî bi dengekî sist got; “got, min dizanibû tuyî werî min bibî”.
Delalê, piþtî vê axavtinê xwe ranegirt, çavên wê tijî bûn, kelûgirî bû. Rojhat destmala xwe derxist û dirêjî wê kir.
-Haa çavên xwe ziwa bike, dê bibînin ne baþ e.
Bi tirkînin û beþa duwem bixwînin
|